Mîhrîcana Hunera Zarokan li Kobanê jî hat lidarxistin

6′emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan li ser asta herêma Firatê bi beşdariya 20 komên hunerê li bajarê Kobanê tê lidarxistin. Mîhrîcan dê 2 rojan dewam bike.

2 îlon, 2023   12:52
KOBANÊ

Desteya Çand û Hunerê bi sponseriya Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji beriya mehekê de dest bi amadekariyên Mîhrîcana Hunera Zarokan a 6`emîn kiribû.

Mîhrîcan heta niha li bajarokê Rimêlan ê kantona Qamişlo, bajarê Hesekê hatî lidarxistin. Îro û sibe li bajarê Kobanê tê lidarxistin, dê di nîvê meha Îlonê de jî li bajarê Helebê were lidarxistin.

Mîrhîcan li ser asta herêma Firatê bi pêşengiya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido û Tevgera Hîlala Zêrîn, bi dirûşma "Zarok hêviya pêşeroja azad in" li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido tê lidarxistin. Beriya ku mîhrîcan dest pê bike meşek hat lidarxistin.

Beriya ku meş dest pê bike, li Qada Jina Azad a li bajêr zarokên endamên navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido û Tevgera Hîlala Zêrîn daxuyaniyek da û festival l li tevahî zorokan pîroz kir. Piştî daxuyaniyê zarok ber bi navenda Baqî Xido meşiyan.

20 komên hunerî; ji wan 12 komên girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido, Tevgera Hîlala Zêrîn a Sirîn û Kantona Kobanê, 8 komên hunerî yên ji Reqa, Tebqa, Minbic û Eyn Îsayê beşdarî mîhrîcanê bûne.

Di mîhrîcanê de endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Arîn Kobanê axivî û festîval li zarokan û Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir. Arîn got: “Zarok roj in, pêşeroj in û hebûna gelan in. Em vê festîvalê li zarokên şehîdan pîroz dikin."

Piştre koma Şehîd Şîlan a girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn, koma Şehîd Şîlan ya navenda Baqî Xido, koma Şehîd Mistefa ya şanoyê, koma Şehîd Esmer a Hîlala Zêrîn, koma Gulên Pêşerojê, koma Peymangeha Şehîd Vajîn, koma Şehîd Sakîne ya şanoyê, koma Şehîd Barîn a mûzîkê, koma Tîrêjên Rojê û koma Şehîd Dicla ya şanoyê hunera xwe pêşkêş kirin.

Festîval dê 2 roajn dewam bike. Dê di roja duyemîn de jî stran, helbest, şano û wêne werin pêşandan.

(eş/bb)

ANHA