Çeteyan ciwanekî Kurd ji Efrînê revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê ciwanek revand, 18 darên zeytûnan birîn.

Çeteyan ciwanekî Kurd ji Efrînê revand
2 îlon, 2023   12:18
 ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecih hatine wergirtin, çeteyên Ewlehiya Siyasî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ciwanê bi navê Elî Nebo Osman (25) ji gundê Dêr Siwan ê navçeya Şera revand û heta niha aqûbeta wî nayê zanîn.

Çeteyan li beramberî serbestberdana Elî Osman, 10 hezar dolar fidye ji malbata wî xwestin.

Li aliyekî din çeteyên Ceyş Şerqiye yên girêdayî dewleta dagirker 18 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Mihyeddîn Xelîl ê ji gundê Til Hemo yê navçeya Cindirêsê, birîn. Xelîl piştî dagirkirina Efrînê koçberî Şehbayê bû û hîna li wir bi cih dibe.

(c)

ANHA