Li ser şopa çeteyên Tirkiyeyê çeteyên El Beşîr jî talanê dikin

Çeteyên Newaf El Beşîr saziyên xizmetguzariyê yên li Dêrazorê talan kirin, piştre xira kirin.

Li ser şopa çeteyên Tirkiyeyê çeteyên El Beşîr jî talanê dikin
2 îlon, 2023   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dîmenên li ser malperên medya dijîtal hatine belavkirin de, xuya dibe ku çeteyên Newaf El Beşîr alavên stasyona paqijkirina avê ya li bajarokê Zêban ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê talan kirine, depoyên avê diznîne, derî û pençeryên stasyonê şikenandine û jenerator şewitandine.

Kiryarên çeteyên Newaf El Beşîr dişibin kiryarên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ku di dema êrişên xwe yên dagirkirinê de sewal, terektor, kabilên kehrebeyê û alavên malan didizîn.

(bb)

ANHA