450 ciwan tev li refên Hêzên Erka Xweparastinê bûn

450 ciwanên ku 3 mehan li Akademiya Şehîd Ehmed El Elî hatin perwerdekirin, tev li refên Hêzên Erka Xweparastinê bûn.

2 îlon, 2023   11:06
REQA

450 ciwanên ku 3 mehan li Akademiya Şehîd Ehmed El Elî perwerdeya leşkerî û bîrdozî dîtin, piştî qedandina perwerdeyê tev li nava refên Hêzên Erka Xweparastinê bûn.

Merasîm bi amadebûna fermandarên QSD û şêx û rûspiyên eşîrê Reqayê li qada akademiyê ya bakurê bajarê Reqayê hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtinê şervanên ku tev li refên Hêzên Erka Xweparastinê bûne, sond xwarin ku dê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şoreşa jinan ji êrişan biparêzin.

Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê ya Herêma Firatê Mehmûd Ebû Xemîs axivî û tevlêbûna ciwanan a nava hêzên Erka Xweparastinê pîroz kir.

Ebû Xemîs got: "Me dît çawa medyayên opozîsyonê îdiyan belav dikin û dibêjin QSD′ê êşîrên Dêrazorê dike hedef. Lê em Hêzên Erka Xweparastinê û Hêzên Sûriya Demokratîk teqez dikin ku wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek in."

Ebû Xemîs anî ziman ku bûyerên li Dêrazorê diqewimin komployeke li ser tavahî herêmê ye û armanca wê fitne di navbera pêkhateyên herêmê de derkeve.

Fermandar Mehmûd Ebû Xemîs di dawiya axaftina xwe de got: "Em Hêzên Erka Xweparastinê soz didin gelê xwe ku em ê bibin mertên xurt ên parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Em ji kesên ku dixwazin destdirêjî xaka me bikin  re dibêjin, em ê destê we jê bikin, ji ber ku xaka me bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin."

Şêxê eşîra Sebxa, Mihemed Tirkî Soan jî xîtabî şervanên nû kir û got: "Em tevlêbûna we ya nava Hêzên Erka Xweprastinê pîroz dikin. Bi navê xwe û nave tevahî eşîrên Reqa û Tebqayê em hêvîdar in ku hûn bibin bedeneke qewîm ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pişta xwe bidin we."

El Soan bang li şêx û rûspiyên Dêrazorê kir ku ji fitneyên rejîma Şamê û Îranê hişyar bin ku hewl didin projeya Rêveberiya Xweser têk bibin.

El Soan di dawiyê de xîtabî Tirkiye, Rûsya, Îran û rejîma Şamê jî kir û ev tişt got: "Destên ku dirêjî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin dê werin birîn. Em tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi mêr, jin û zarokên xwe em ê di oxira parastina xak û rumeta xwe de berdêlan bidin."

Di dawiyê de şervanan merasîmeke leşkerî li dar xist.

(bb)

ANHA