Rûspiyên Efrîn, Şehba û Helebê jî piştgirî da operasyona QSD′ê

Rûspiyên eşîrên Efrîn, Şehba û Helebê piştgiriya xwe ji bo Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ nîşan da û bang li şêniyan kir bi propogandayên derew neyên xapandin.

Rûspiyên Efrîn, Şehba û Helebê jî piştgirî da operasyona QSD′ê
2 îlon, 2023   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîwana Eşîrên Kantona Efrîn û Şehbayê û rûspiyên Helebê bi du daxuyaniyên cuda bang li tevahî gelê Sûriyeyê kirin ku li hemberî siyaset û hewldanên derxistina fitneyê li Dêrazorê piştgiriyê bidin QSD′ê.

Bi dehan endamên Dîwana Rûspiyên Eşîrên Kantona Efrîn û Şehbayê li ber navenda xwe ya li gundê Wehşiyê yê navçeya Fafînê ya Şehbayê kom bûn û daxuyanî da.

Endamê dîwanê Mîad Arslan daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de bang li gelê Sûriyeyê hat kirin ku li beramberî polîtîkayên derxistina fitneyan hişyar bin û hate gotin: "Hêzên ku berjewendiyên xwe di qetilkirina gelê Sûriyeyê de dibînin, dixwazin fitneyê derxin."

Dîwana Rûspiyan bang li pêkhateyan gelê Sûriyeyê kir ku piştgiriyê bidin Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ ku QSD′ê ji bo mayîndekirina ewehî, hezkirin û aştiyê li tevahî Sûriyeyê ragihandiye.

Rûspiyên Helebê jî li ber navenda xwe ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê kom bûn.

Endamê Komîteya Rûspiyên Eşîran Îbrahîm Xoce yê ji eşîra Imêrat daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: ′′Hinek alî bi rêya belavkirina gendelî û fitneyê di navbera eşîran de, hewl didin mûzaîka civakî xirab bikin. Dixwazin ewlehî û aramiya di bin sîwana Rêveberiya Xweser de têk bibin."

Eşîran diyar kir ku hinek kesên lawaz fitne û tevliheviyê li herêmê diafirînin da ku herêmê bixin nav karesatê û çeteyên DAIŞ′ê zindî bikin.

Her wiha bang li pêkhateyên herêmê hate kirin ku hişyar bin û destkeftiyan herêmê biparêzin.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3NEuS-6U3-g?si=nuUe0WQOh183YwDc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>