Komîteya Şilêr: Dewleta Tirk Roja Aştiyê bi rengê xwînê boyax kir

Komîteya Şilêr a Şopandina Mafên Zarokan qetilkirina 4 zarokan li Minbicê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve şermezar kir û got, dewleta Tirk Roja Aştiyê ya Cîhanê bi rengê xwînê boyax kir.

Komîteya Şilêr: Dewleta Tirk Roja Aştiyê bi rengê xwînê boyax kir
2 îlon, 2023   11:00
QAMIŞLO

Komîteya Şilêr a Şopandina Mafên Zarokan bi boneya 1′ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan zarokan li ber komîngeha Şehîd Demhat a li taxa Elaya bajarê Qamişloyê hat xwendin û wêneyên 4 zarokên ku duh di êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li ser Minbicê de şehîd bibûn, hatin hildan.

Endama komîteyê Rojda Samî Hiso daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û hate gotin: "Roja Aştiyê ya Cîhanê rojeke cuda ye ku ji bo bidawîkirina acizî û şerê heyî ye. Lê mixabin dewleta Tirk ev roj bi rengê xwînê boyax kiriye. Duh li Minbicê 4 zarok bi destê dewleta Tirk a dagirker hatin qetilkirin. Rojane di êrişên têne kirin de zarok dibin hedef .′′

Di daxuyaniyê de bang li tevahî rêxistinên parastina mafên zarokan hate kirin ku li hemberî êrişên li ser zarokan ji bêdengiya xwe derkevin û qetilkirina zarokan bisekinînin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh li gundewarê Minbicê 4 zarok qetil kirin. Navên zarokan wiha ne; Amir Xalid El Ferec (15), Amir Fehed El Ferec (10), Malik Fehed El Ferec (18) û Zeyenb Mihemed El Ferec (14).

(bb)

ANHA