Serçete Newaf El Beşîr kî ye?

Ji endamekî parlametoya hikumeta Şamê bû muxalif û çete. Newaf Raxib El Beşîr ê ku qebîleya wî ew qewitandiye kî ye?

Serçete Newaf El Beşîr kî ye?
2 îlon, 2023   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Newaf Raxib El Beşîr sala 1954′an li gundê El Mihêmîdiye yê bakurê Dêrazorê ji dayik bû. Piştî ku bavê wî di sala 1980′î de wefat kir, Newaf El Beşîr ku wê demê 26 salî bû cihê bavê xwe girt û bû şêxê qebîleya El Begara.

Qebîleya El Begara yek ji qebîleyên herî mezin ên Sûriyeyê ye û li Dêrazor, Reqa, Hesekê, Heleb, Hema û Idlibê xwedî giraniyeke mezin e.

Di navbera salên 1998 û 1992′yan de Newaf El Beşîr ji bo endamtiya parlamentoya hikumeta Şamê hat hilbijartin û nûnertiya şandeyên parlamentoyê di kongreyên li welatên Ereban û biyanî de kir.

Bi destpêka tevgera şoreşgerî ya li Sûriyeyê re, El Beşîr xwe wekî piştevanê şoreşê li pêşberî xelkê Dêrazorê nîşan da û bi hinceta ku dê tev li kongreya "Inqaz Wetanî" bibe gelek caran diçû paytexta Sûriyeyê Şamê. El Beşîr carekê hat girtin û piştî 72 saetan hat berdan. Piştre derket ser ekranê televîzyoneke girêdayî hikumeta Şamê û ev axaftin kir: "Bûyerên li Sûriyeyê rû didin komployeke ku ji aliyê komên terorî ve têne kirin ku welat bikin hedef." Piştî ku ji Şamê vegeriya Dêrazorê berê xwe da Tirkiyeyê.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji Dêrazorê dane, têkiliyên El Beşîr bi çeteyên DAIŞ′ê re xurt in. Dema ku El Beşîr li Tirkiyeyê bû çeteyên DAIŞ′ê pê re di nava têkiliyan de bûn da ku wî bidin îqnakirin ku vegere Dêrazorê û rasterast bi wan re kar bike.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyê bi navê Muheymen El Tayî ku wekî berpirsê têkiliyên giştî yê DAIŞ′ê ye, ji sala 2013′yan û heta dawiya sala 2014′an bi El Beşîr re têkildar bû. Çavkaniyan dane zanîn ku Newaf El Beşîr pêşniyar kir ku eşîra El Begara li hemberî DAIŞ′ê şer neke, lê komên çekdar ên girêdayî qebîleyê ev pêşniyar red kir û dijî DAIŞ′ê şer kir.

Di dawiya sala 2016′an de Newaf El Beşîr ji bo serdanê ji Tirkiye berî da Rûsya û piştre Îranê. Di sala 2017′an de ji nişke ve di televîzyoneke nêzî hikumeta Şamê de derket. El Beşîr di hevpeyvîna li gel kenalê de got: "Hevbendiya berxwedanê bi ser ket. Sûriye bi ser ket." Ji ber vê hevpeyvînê Meclisa Qebîleya El Begera daxuyaniyek da û El Beşîr qewitand.

El Beşîr ji bo belavkirina Şîe`tiyê li herêma Dêrazorê xebitî û komeke bi navê ′Isûd El Eşayîr′ bi serokatiya kurê xwe Leys ava kir ku piştgiriyê dide Îranê.

Di Nîsana 2022′yan de qebîleya El Begara civîneke mezin li dar xist, bi erêkirina tevahî beşdaran Newaf El Beşîr hat qewitandin û Şêx Hacim El Beşîr wekî şêxê giştî yê qebîleya El Begara hat hilbijartin.

Piştî ragihandina operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ ji aliyê QSD′ê ve, navê Newaf Raxib El Beşîr dîsa derket pêş. QSD′ê duh di daxuyaniyekê de ragihand “Hêzên operasyonê duh bi şev û vê sibehê tevgera çeteyên ku ji aliyê rojava yê çemê Firatê yê di bin kontrola hêzên rejîmê û kesên sûcdar de, derbasî herêmên Cidêdet El Begara û Cidêdet El Igêdat bibûn, kirin hedef. Her wiha li gundên Şihêl û Zubiyan jî hêzên me bi çeteyan re ketin nava şerekî. Ji ber kiryarên tirsandinê şêniyan û talankirin û wêrnakirina saziyên xizmetguzariyê ku çete pêk tînin, operasyon bi xurt dewam dike.

Hêzên me vê sibehê paqijkirina gundê Dehlê û hinek beş ji bajarokê Bisêrayê bi dawî kirin. Ji çeteyên koma Newaf El Beşîr ên ku ketin herêmê, 3 çete hatin kuştin. Operasyona paqijkirinê ya serdegirtina komên çete yên ku êrişî herêmên tijî sivîl dikin, dewam dike. Çete xwe di malan de vedişêrin da ku operasyona ewlehiyê asteng bike û dereng bixe."

(bb)

ANHA