Li Rimêlanê 8`emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan dest pê kir

8′emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan li bajarokê Rimêlanê yê kantona Qamişloyê dest pê kir.

Li Rimêlanê 8`emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan dest pê kir
Li Rimêlanê 8`emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan dest pê kir
Li Rimêlanê 8`emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan dest pê kir
Li Rimêlanê 8`emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan dest pê kir
Li Rimêlanê 8`emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan dest pê kir
Li Rimêlanê 8`emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan dest pê kir
1 îlon, 2023   16:12
QAMIŞLO

8′emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan a li ser asta kantona Qamişloyê bi dirûşma "Zarok keziyên hûnandî yên azadiyê ne" li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê dest pê kir. Bi sedan şênî û malbatên zarokan ên bajar û navçeyên kantona Qamişloyê dest pê kir. Mîhrîcan bi armanca vejandina çand, huner û kevneşopiya pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan tê lidarxistin û dê 3 rojan dewam bike.

Mîhrîcan bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Ji rêveberên Tevgera Hîlana Zêrîn a Çand û Hunerê ya jinan a kantona Qamişloyê Rûken Mihemed axivî. Rûken Mihemed diyar kir ku mîhrîcan bi saya fedakariyên şehîdan tê lidarxistin û wiha domand: "Mîhrîcana îsal cûda ye. Tevlêbûna tevahî pêkhateyên kantona Qamişloyê; Kurd, Ereb û Suryan xurt e. Zarokên me di vê mîhrîcanê de dixwazin çanda rasteqîn a herêmê û jiyana hevbeş bidin xuyakirin."

Piştre koma Dibistana Niwêla ya ji bajarê Qamişloyê stranên folklorî gotin, koma Şilêr a ji Qamişloyê jî şanoyek pêşkêş kir, her wiha koma Zarokên Suryan a ji Tirbespiyê govendên folklorî gerandin û koma Esalet El Badiya ya Ereb a ji Til Hemîsê berhemeke mûzîkê pêşkêş kir.

Di mîhrîcanê de koma Resen  govendên herêma Koçeratê gerandin, Koma Bawer a ji Tirbespiyê stran gotin, koma Feraşîn a ji Rilêmanê û koma Beraîm El Tifûla ya ji Til Koçerê şano pêşandan. Piştre koma Zarokên Koçerat jî berhemeke mûzîkê û koma Dicle û Firat ya ji kampa Newrozê govend pêşkêş kirin.

(bb)

ANHA