Li Hesekê jî Mîhrîcana Zarokan dest pê kir

8′emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan a li ser asta kantona Hesekê bi dirûşma "Zarok hêviya jiyanê ne, bi zarokan jiyan xweş dibe" dest pê kir.

1 îlon, 2023   17:12
HESEKÊ

Bi beşdarbûna 20 komên zarokan ên ji deverên cuda yên kantona Hesekê, 8′emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan  li navenda Serdemê ya bajarê Hesekê dest pê kir. Mîhrîcan ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn ve bi dirûşma "Zarok hêviya jiyanê ne, bi zarokan jiyan xweş dibe" hatiye birêxistinkirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn Yasmîn Osman axivî û lidarxistina mîhrîcanê li tevahî zaorkan û li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Yasmîn Osman got: "Tevî êrişên domdar ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, me li gorî derfetên xwe kar kir da ku ev mîhrîcan bi serketî derbas bibe. Armanca me ew e ku kêfxweşiyê bixin dilên zarokan ku siberoja herêmê ne."

Piştî axaftinê, komên hunerî derketin ser dike û hunerên xwe pêşkêş kirin. Koma Şehîd Serhed û koma Şehîd Mervan ên ji navçeya Dirbêsiyê stran gotin.

Koma Şehîd Idrîs şanoyek pêşkêş kir. Koma Şehîd Mervan a ji Dirbêsiyê stranên folklorî gotin û koma Şehîd Seeda govendên folklorî pêşkêş kir. Her wihakoma Înana a Suryan stran û koma Celadet Berdirxan jî şanoyek pêşkêş kirin.

Piştre Koma Şehîd Delîla ya ji Serêkaniyê, koma Kulîlkên Kurdistanê ya ji Til Temirê û koma Şehîd Ezîz Ereb a bajarokê Tiwêna govendên folklorî gerandin.

Mîhrîcan wê du rojan dewam bike.

(bb)

ANHA