Esed: Bêyî vekişandina wê ji Sûriyeyê em têkiliyan bi Enqereyê re normalîze nakin

Beşar Esed ji wezîrê karên derve yê Îranê re got, bêyî vekişandina wê ji xaka Sûriyeyê ew têkiliyan bi Tirkiyeyê re normalîze nake.

Esed: Bêyî vekişandina wê ji Sûriyeyê em têkiliyan bi Enqereyê re normalîze nakin
31 tebax, 2023   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îranê (IRNA), Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku Beşar Esed li Şamê pêşwaziya wezîrê karên derve yê Îranê Hossein Amir Abdullahian kir. IRNA got, Esed û Abdullahiyan li ser peywendiyên dualî û hevkariyên her du welatan axivîn.

Li gorî malpera ′Serokatiya Sûriyeyê′ jî Esed anî ziman ku şertê vegerandina têkiliyan Şam bi Enqereyê re vekişandina Tirkiye ji xaka Sûriyeyê ye. Her wiha got, têkiliyên durist ên di navbera Îran û welatên Ereban de ji bo istiqrara herêmê û pêşxistina wê dibin destek.

(bb)