​​​​​​​Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke din

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

​​​​​​​Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke din
31 tebax 2023   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol ji bo karibin Rêber Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê nikarin bersivê werbigirin.