Li Girê Cûdî 4 dagirker hatin cezakirin, derb li 4 çeperan hate xistin

HPG′ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên li Qada Girê Cûdî ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û derb li 4 çeperan hate xistin.

Li Girê Cûdî 4 dagirker hatin cezakirin, derb li 4 çeperan hate xistin
31 tebax 2023   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê agahî da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

29′ê Tebaxê saet di 12:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, li dijî dagirkerên ku ketibûn nava liv û tevgerê bi sûîqestê çalakî hate kirin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

29′ê Tebaxê saet di 15:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

29′ê Tebaxê saet di 17:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li çepereke dagirkeran hate xistin.

29′ê Tebaxê saet di 18:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

29′ê Tebaxê saet di 21:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku hewl didan ber bi tunelên şer ve bi pêş ve biçin, bi hevdemî çalakiyeke sabotajê û çekên ferdî hate kirin. Piştre careke din bi sabotajê li dagirkeran hate xistin. Di encama van çalakiyan de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

29′ê Tebaxê saet di 22:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çepereke dagirkeran hate xistin.

29′ê Tebaxê saet di 23:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi eçkên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derb li çepereke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

Herêmên Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Zap û Metînayê bi topan hatin bombekirin."