Komên li Derazorê êriş dikin fermanan ji herêmên dagirkirî digrin
Beşek ji çeteyên ku li Dêrazorê êrişî hêzên QSD`ê dikin, rasterast fermanên xwe ji komên çete yên li Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablûs, Ezaz û Efrînê digrin. Hin komên li herêmên hikumeta Şamê jî hewil dan di bin navê gel de êrişan pêk bînin.
Li gorî agahiyên ku ajansa me ji çavkaniyên leşkerî û istixbaratî girtine, beşek komên ku li herêma Dêrazorê êrişî hêzên operasyonê yên QSD`ê dikin çeteyên DAIŞ`ê yên ku xwe wekî gelê herêmê nîşan didine.
Çavkaniyan diyar kir ku beşek din jî rasterast girêdayî komên çete yên li Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablûs, Ezaz û Efrînê ne û ji wan talîmatan digrin. Her wiha li herêmên dagirkirî di bin navê eşîr û rûspiyan de dewleta Tirk bi çeteyan daxuyaniyan dide dayîn û îdia dikin ku Kurd êrişî Ereban dikin.
Li aliyê din piştî ku operasyona QSD`ê li herêmê hat destpêkirin ji herêmên Derazorê yên di bin kontrola hikumeta Şamê de hinek komên ku dixwazin ji şer sûd werbigrin ji çemê Firatê derbas kirin û di bin navê gel de êrişî hêzên operasyonê kirin.
Li gorî agahiyan di navbera van koman û hêzên QSD`ê yên operasyonê de li bajaroka Ezba yê girêdayî Dêrazorê pevçûn derketin. Di encama pevçûnan de ev kom ji bajarok hatine derxistin.
Heta van kêliyan operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” li herêma Dêrazorê û rojhilatê Firatê didome.
(cb/bb)
ANHA