Ji Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê banga 'Li derdora QSD'ê kom bibin'

Meclisa Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê bang li şêniyên herêmê kir ku li derdora hêzên xwe parastinê kom bibin û piştgiriyê bidin hewldanên ji bo pêkanîna ewlehî û istiqrara herêmê.

Ji Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê banga 'Li derdora QSD'ê kom bibin'
28 tebax, 2023   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê bi daxuyaniyekê banga piştgiriya hewldanên bi armanca pêkanîna ewlehiya herêmê kir.

Di daxuyaniya Meclisa Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê de wiha hat gotin:

''Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Operaysona Xurtkirina Ewlehiyê li gundewarê Dêrazorê da destpêkirin. Operasyon ji bo têkbirina şaneyên rêxistina terorî ya DAIŞ'ê û zuhakirina jêdera wan e. Ev operasyon li ser daxwaza şênî û rûspiyên Dêrazorê pêk hat da ku ewlehî û istiqrara herêmê were xurtkirin. Di heman demê de  operasyon ji bo rêgirtina li ber vê rêxistina terorî ye ku hewl dide êrişê herêmê û niştecihên wê bike û ewlehî û istiqrara herêmê têk bibe, xizimetî ajnîdeyên derve bike ku armanca wan lawazkirina rêveberî û pêşketina li herêmên me ye.

Li ser vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku li derdora hêzên xwe kom bibin ku parastinê dikin û erka xwe ya exlaqî li hemberî gel pêk tînin. Her wiha em bang dikin piştgiriyê bidin hewldanên bi armanca xurtkirina ewlehî û istiqrara herêmê.

Em Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê piştgiriyê didin hemû hewldan û tevgerên bi armanca xurtkirina ewlehî û istiqrara herêmê. Di heman demê de em teqez dikin ku em xizmeta rêveberiya xwe û projeya xwe ya demokratîk bidomînin."

(bb)

ANHA