Hêzên Urdinê droneke bi çek a ji Sûriyeyê dihat xist

Artêşa Urdinê ragihand ku hêzên wan droneke biçek a ji axa Sûriyeyê dihat xistiye xwarê.

Hêzên Urdinê droneke bi çek a ji Sûriyeyê dihat xist
28 tebax, 2023   09:00
 NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Urdinê têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de li gorî rayedarekî leşkerî hat gotin: “Hêzên Parastina Sînor bi hevkariya Rêveberiya Têkoşîna dijî Hişbirê û hêzên ewlehiyê-leşkerî hewldana derona biçek a derbaskirina sînor bi awayekî ne rewa şopandiye û di hundirê xaka Urdinê de xistiye xwarê.”

Di heman daxuyaniyê de li ser zimanê rayedarê leşkerî hat diyarkirin ku “hêzên çekdar ên Urdinê dê li hember hemû gefên li ser sînor û hewldanên têkbirina ewlehiya welat û tirsandina welatiyan, bisekinin”.

Têkildarî madeyên di hundir balafirê de tu agahî nehatin parvekirin. Lê belê di demên dawîn de rayedaran eşkere kiribû ku çek û hişbir bi rêya dronên biçek tên veguhestin.

Artêşa Urdinê di 16`ê Tebaxê de jî droneke biçek a ji erdên Sûriyeyê dihat û bi madeyên teqemeniyê barkirî bû, xist xwarê.

Di 13`ê Tebaxê de jî droneke din a ku madeya “Crysta” bi qaçaxî ji Sûriyeyê derbasî Urdinê dikir, ji aliyê artêşa Urdinê ve hat xistin.

(c)