​​​​​​​Malbatên şehîdên gerîla: PDK li ser Kurdan xeterî ye

Malbatên şehîdan ên ji Kobanê bang li Kurdistaniyên li Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî tevkariya PDK′ê têbikoşin û got: “Niha derfet û zemîna avakirina yekrêziya kurdî heye, divê  vê derfetê bi kar bînin.”

​​​​​​​Malbatên şehîdên gerîla: PDK li ser Kurdan xeterî ye
28 tebax, 2023   03:48
KOBANÊ

Bertekên li dijî tevkariya PDK′ê di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dewam dikin.

Têkildarî mijarê birayê şehîd Sadiq Kobanê, Arif Balî diyar kir ku fedakarî û têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê bi pêşengtiya Rêber Abdullah Ocalan hişt ku di vê demê de Kurd li cîhanê xwedî cihekî girîng bin.

Balî got: "Em nikarin vê qonaxa çarenûsî a ji bo dîroka gelê me ji rêzê bibînin. 100 salên zehmet ji bo Kurdan derbas bûn. Di wan sed salan de Kurd bi parçekirin û komkujiyan re rû bi rû man. Îro derfet û zehmîna avakirina yekrêziya Kurdî heye. Gelê me xwedî rêxistinbûneke mezin e. Divê em li dijî Lozana nû ku dibe heta 100 salên din jî gefê li me bide, bisekinin.”

Arif Balî anî ziman ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi armanca rakirina sînoên di navbera çar parçeyên Kurdistanê de bi pêş ket û ev têkoşîn hê jî bi xurtî dewam dike û wiha dom kir: “Lê belê hinek îdiaya Kurdeyatiyê dikin û li dijî berjewendiyên gelê Kurd dixebitin, xizmeta dijmin dikin û şerê gerîla dikin.”

Balî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Vaye keç û xortên me tev li gerîla dibin û li Avaşîn, Zap, Metîna û herêmên din ên Kurdistanê destanên lehengiyê dinivîsînin. Li aliyekî din jî li hember vê lehengiya mezin malbata Barzanî di asta herî jor de xiyanetê didomîne. Hêzên Pêşmerge di êriş û şerê dewleta Tirk ê li dijî gerîlayan de li pêş in. Divê gelê Kurd hêzên ji bo berjewendiyên wê şer dikin û hêzên xayîn ji hev cuda bike. Ev malbat û PDK îxanetê jî derbas kiriye û ji wê jî xetertir bûne."

Arif Balî bi van gotinan xîtabî Kurdên li Başûrê Kurdistanê kir: "Ji Kurdên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê tê xwestin ku rastiya vê malbatê bizanin û li dijî kiryarên wê têbikoşin. Nabe Kurdistan bo vê malbatê veguherînin daristanekê. Divê em bi hev re ji bo avakirina statuyeke mîna Rêveberiya Xweser a Rojava li herêmên din ên Kurdistanê jî têbikoşin û bi hev re li kêlek pêkhateyên din bi azadî û demokrasî bijîn."

′BÛNE DIJMIN′

Fatme Silêman ku dayika şehîd Şêlan Kobanê ye jî, li hember tevkariya PDK′ê bi dewleta Tirk re matmayî ma û got: "Dema ku malbatek îdiaya Kurdayetiyê dike tiştekî ecêb e ku li şûna dagirkeriyê şerê tevgereke rizgariyê bike. Mebesta min jî Pêşmerge ne. Ew xiyanetê derbas dikin û êdî bûne dijmin. Em hevrê Bêrîtan a ku qebûl nekir teslîmî Pêşmergeyan bibe û xwe ji kendêl avêt, ji bîr nakin. Her wiha em heval Wehîde ya ku bi destê hêzên PDK′ê di nexweşxaneyekê de hatiye şehîdxistin jî ji bîr nakin. Her wiha bi dehan mîna van rewşan hene. Ruxmî ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê aşkera kir ku divê şerê Kurdî-Kurdî çênebe jî, malbata Barzanî heta roja îro hewldana vê yekê dide."

Fatme wiha domand: "Di demekê de ku gelê Kurd di êrişên qirkirinê re derbas dibe, serdanên malbata Barzanî ji Tirkiyeyê re dubare dibin, ew bi serok û rayedarên Tirkiyeyê re dicivin. Gelo ev yek çawa dikare were nirxandin? Geêp em dikarin van wekî Kurdên welatparêz bi nav bikin? Yên ku beriya her kesî serkeftina Erdogan di hilbijartinan de pîroz kir, malbata Barzanî bû. Eger ev ne îxanet be, çi ye?"

'JI DIJMIN JÎ ZÊDETIR DIJMINATIYÊ DIKE'

Bavê şehîd Şoreş Samorayî, Xelîl Ehmed jî wiha axivî: "Em bi hesreta dîtina cenazeyê kurê xwe ne ku hestiyên wî li çiyayên Kurdistanê belav bûne. Em bi şehadeta wî serbilind in. Di oxira doza mirovî û adilane de têkoşiya. Lê tiştê me weke malbatên şehîdan matmayî dike, ew e ku aliyekî îdiaya netewebûnê dike êdî ji dijminê gelê Kurd zêdetir dijminatiyê dike."

Ehmed bang li Kurdên xwedî wijdan kir ku li hember vê xiyanetê bisekinin û ji kokê de biqelînin û wiha pê de çû: "Em qebûl nakin ku yek ji gelê me bi vî rêbazî bi destê van xayînan were şehîdxitin. Divê em nehêlin ku lingên wan pê li çiyayên Kurdistanê yên pîroz bikin. Civak bi hemû baweriyên xwe îxanetê lanet dikin. Divê mabata Barzanî asta kîna Kurdan a ji ber kiryarên wan û xizmetkirina dijmin, bizanin.”

′BILA JI ŞEHÎDAN Û FEDAKARIYÊN WAN ŞERM BIKIN′

Xelîl Ehmed wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em li hember dewletên dagirkerên Kurdistanê, her wiha em li dijî kiryarên PDK′ê yên li hember gelê xwe jî disekinin. Bila ew ji şehîdan û fedakariyên wan şerm bikin. Ev malbat jiyankirina li ser axa Kurdistanê heq nake. Heta ku fedakariyên dijî dijmin û xayînan bên nîşandan, dê serkeftin para me be."

(fr/c)

ANHA