ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-8-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-8-2023
27 tebax 2023   23:00

Endamên Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Minbicê girankirina tecrîdê hemwextî bêdengiya navneteweyî wek berdewamiya planên dewletên kapîtalîst ên li dijî ramana Rêber Abdullah Ocalan û gelên bi saya ramana wî azad bûne, bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dîroka PDK'ê bi ajandiya ji dijmên Kurdan û Tevgera Rizgariya Kurdistanê re dagirtî ye. Kemîna beriya du salan a li Xelîfanê mînaka vê yekê ye.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqezî bi pêşwîstiya yekitiyê da û got: "Îro kurê min hedef girt sibe wê kurê te be, ji bilî berxwedanê tu çare nîne. Dijmin nahêle em di nav ewlehiyê de bin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnamevanên jin ên Şehbayê anîn ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe wê nikaribe heqîqetê binixumîne û gotin: "Têkoşîna li ser xeta ragihandina azad wê bidome." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbatên şehîdan ên ji Kobanê bang li Kurdistaniyên li Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî tevkariya PDK′ê têbikoşin û got: “Niha derfet û zemîna avakirina yekrêziya kurdî heye, divê  vê derfetê bi kar bînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakvaneke sivîl a ji Siweydayê destnîşan kir ku beşdariya jinan di xwepêşandanan de tiştekî normal e û got: "Xwîna Hevrîn Xelef li Siweydayê şîn dibe. Ji ber ku doza jinên sûriyeyî yek e."

Gerînendeya Giştî ya Firneyan a Desteya Aborî ya Herêma Cizîrê di Tîrmeha borî de xebatên avakirina firneyekê li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê da destpêkirin. Avakirina firneyê piştî giliyên şêniyên navçeyê yên ji ber kêmbûna nan pêk hat. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çil Axa merasîma bîranînê ji bo 24 şehîdên di mehên Hezîran, Tirmeh û Tebaxê de li cih û demên cuda şehîd bûne, li Navenda Çandê ya navçeyê lidar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kombûna Jinan a Zenûbya ji bo piştgiriya tevgera aştiyane li Siweydayê daxuyaniyekê li pêşiya çerxerêya El Neîm a Reqayê dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mîhrîcana 1`emîn a Wêjeyê li Navenda Çandê li dar dixe saet di 17:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)