Rojnamevanên jin: Têkoşîna li ser xeta çapemeniya azad wê bidome

Rojnamevanên jin ên Şehbayê anîn ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe wê nikaribe heqîqetê binixumîne û gotin: "Têkoşîna li ser xeta ragihandina azad wê bidome."

Rojnamevanên jin: Têkoşîna li ser xeta çapemeniya azad wê bidome
Rojnamevanên jin: Têkoşîna li ser xeta çapemeniya azad wê bidome
Rojnamevanên jin: Têkoşîna li ser xeta çapemeniya azad wê bidome
Rojnamevanên jin: Têkoşîna li ser xeta çapemeniya azad wê bidome
28 tebax, 2023   02:37
ŞEHBA-ZEYNEB ŞÊXO

Dewleta Tirk di 23’yê Tebaxê de bi balafireke bê mirov a bi çek êrişî wesayita JIN TV'yê kir. Di êrişê de karmendê JIN TV'yê Necmedîn Feysel şehîd bû û nûçegihana kenalê Delîla Egîd birîndar bû.

Rojnamevanên jin ên ku li Şehbayê kar û xebatê dimeşînin, têkildarî vê êrişên dijî rojnamevanan ji ajansa me re axivîn.

'DIXWAZIN RASTÎ BÊ VEŞARTIN'

Nûçegihana JIN TV'yê Zîlan Hesen di destpêka axaftina xwe de êrişên li ser çapemeniya azad şermezar kirin û ji malbata Necmedîn Feysel re sersaxî û ji Delîla Egîd re şîfaya lezgîn xwest.

Zîlan Hesen diyar kir ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê rojnamevanan digire û li Rojava jî bi balafirên bê mirov ên bi çek wan dike hedef û got: " Bi van êrişan dixwaze çapemeniya azad bêdeng bike û kiryarên xwe yên hovane ku li ser pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne,  ji raya giştî veşêre û nehêle ku ev rastî were dîtin.''

Zîlan Hesen anî ziman ku wekî rojnamevan dê hîna zêdetir xwe di warê çapemeniya azad de pêşbixin û got: "Êriş wê nikaribin morala me bişkînin. Em ê bi pênûs û kamereya xwe êriş û kiryarên dewleta Tirk teşhîr bikin. Weke ekîba JIN TV'yê em ê kar û xebata xwe berdewam bikin. Wê êriş bandorê li me neke. Çawa JIN TV'yê dengê jinê, rûyê jiyanê ye, em ê jî bi vê yekê rûyê gelê xwe bibin."

'RAGIHANDINA JINAN TIRS XISTIYE DILÊ DAGIRKERAN'

Endama JIN TV'yê Neda Hisên diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dengê heqîqet dike hefed û got: "  Dewleta Tirk wê nikaribe roniya me tarî bike. Dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamevanan dike hedef da ku hovîtiya xwe binixumîne. Em ê kiryarên dewleta Tirk derxînin."

Neda Hisên anî ziman ku dagirker dixwazin pêşiya ragihandinê bigrin û wiha domand: ''Em ê kar û xebatên xwe berdewam bikin. Dijmin çi bike jî em li ser şopa şehîdên xwe dimeşin. Ragihandina jinan wê her hebe. Tirsa dijminan ji ragihandina jinan heye. Ji ber ku rastiya civakê bi rêya ragihandina jin derdikeve holê û bi rêya ragihandina jinan civak pêş ve diçe, lew ra tê hedefgirtin.''

'RASTÎ Û TÊKOŞÎNA JIN TÊ HEDEFGIRTIN'

Endama Ajansa NÛJINHA Hesna Mihemed di destpêka axaftina xwe de şehîdên çapemeniya azadî bi bîr anîn û diyar kir ku êrişa vê dawiyê ya li ser ekîba JIN TV'yê ne ya yekemîn e, bi dehên caran rojnamevanên ku rastiyê radighînin hatin hedefkirin.

Hesna bi domdarî got: "Sîstemên desthilatdar bi her rengî êriş dike. Îro li Rojavayê Kurdistanê têkoşînek li hemberî dagirkeriyê tê kirin. Ev têkoşîn bi saya ragihandina jinan pir bihêz belav dibe û her kes wê rastiyê dibînin.''

Hesna Mihemed anî ziman ku ew ê li pey şopa şehîdên xwe bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dijmin bi çi rengî êriş bike çi bi rêya balafiran be an jî bi rêya medyaya civakî be em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û rastiya civaka xwe ragihînin."

(bb)

ANHA