'Ji bilî berxwedanê tu çare nîne'

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga yekitiyê kir û got: "Îro kurê min hedef girt, sibe wê kurê te bikin hedef, ji bilî berxwedanê tu çare nîne. ''

'Ji bilî berxwedanê tu çare nîne'
28 tebax, 2023   01:48
QAMIŞLO

Welatiyê bi navê Hisên El Mela yê ji navçeya Til Hemîsê destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi rêya balafirên bêmirov li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êdî bûne rojane û bêdengiya navneteweyî ya li hember kiryarên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

El Mela wiha axivî: "Ji bo têkbirina planên li dijî vîna gelên azadîxwaz, pêwîstiya gel bi hevgirtinê heye, ji bo ku li hember dewleta Tirk bibim kelem."

Welatiyê bi navê Mehmûd El Seyid ê ji heman navçeyê got: "Tirkiye cesaretê ji bêdengiya hêzên mezin û meclisa mafên mirovan digire, ji ber wê qada hewayî ya Sûriyeyê binpê kir û rojane sûcan li dijî xelkê herêmê pêk bîne."

El Seyid bang li şêniyên herêmê kir ku li hember planên dijmin ên li dijî vîna wan bibin yek.

Di heman çarçoveyê de, welatiyê bi navê Ebdurehîm Fatimê yê ji navçeya Til Birak destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hîn hovîtiya xwe li ber çavê cîhanê didomîne û her kes bêdeng e.

Fatimê wiha axivî: "Sedem diyar in, çareserî jî di birêxistinkirinê de nirxumandî ye. Madem dijmin êriş malên sivîlan, rûspiyan û rojnamevanan dike, wê demê ji bilî berxwedanê tu çare nîn e. Koletî ne pêkan e. Piştî ewqas fedakarî û xwînrijandin, em wê qet qebûl nakin."

Fatimê banga yekitiyê kir û got: "Îro kurê min hedef girt, sibe wê kurê te bikin hedef, ji bilî berxwedana di hemû qadên jiyanê de tu çare nîne, dijmin em di nav ewlehiyê de bin.”

Êrişa herî dawî ya artêşa Tirk a dagirker a bi rêya balafirên bêmirov di 23’yê Tebaxê de li dijî erebeyekê bû ku di encamê de karmendekî JIN TV şehîd bû û nûçegihana wê Delîla Egîd bi giranî birîndar bû.

(mh/şx)

ANHA