Rojnameyên erebî îro: Nêzîkbûna Erebî-Şamê bi ser neket

Rojnameyên erebî yên îro behsa rêgeha nêzîkbûna erebî bi Şamê re, tevgerên Amerîkayê li Iraqê û rewşa Sûdanê kir.

Rojnameyên erebî îro: Nêzîkbûna Erebî-Şamê bi ser neket
28 tebax, 2023   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb bi sernavê “Nêzîkbûna Erebî-Şamê bi ser neket” nûçeyek weşand. Li gorî nûçeya rojnameyê, pergala Beşar Esed hê jî ji vegerandina têkiliyên bi derdorên herêmî re ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyeyê bi fikar e. Di nûçeyê de dat destnîşankirin ku însiyatîfa “gav li hember gavê” heta niha bi ser neketiye û Esed hîna jî ji bo serwerkirina rejîma xwe di aliyên herêmî û navneteweyî de tawîzan nade.

Di nûçeya rojnameyê de hat bibîrxistin ku pirsgirêka Sûriyeyê yek ji astengiyên herî bi girêk ên li herêmê ye. Her wiha bal li ser derengmayîna pêşketinên dîplomatîk ku bi vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî di Gulanê de pêk hatiye, hat kişandin.

TEVGERÊN AMERÎKAYÊ LI IRAQÊ

Rojnameya Şerq El Ewsat jî cih da tevgerên Amerîkayê li Iraqê. Di nûçeya rojnameyê ya derbarê mijarê de, hat gotin ku nivîsgehên rayedarên hikumetê û yên partiyan li Bexdayê li hember van tevgeran matmayî mane. Di nûçeyê de hat eşkerekirin ku Washington agahiyên têrker bi hikumeta Iraqê re parve nake. Li gorî nirxandina rêveberekî Çarçoveya Hemahengiyê ku di nûçeyê de hat bicihkirin, li ser erdê tevgerên ne asayî yên artêşa Amerîkayê hene. Di nûçeyê de ev tevger jî wiha hatin destnîşankirin: Li parêzgeha El Enbar a rojavayê Iraqê du tevgerên balkêş çêbûn balafirên bar ên leşkerî yên Amerîkayê li baregeha Eyn El Esed daketin, komên çekdar ên nêzî Îranê jî ku li parêzgehê bi cih dibin ji nişke ve û bêyî agahdariyek pêşwext winda bûn.

'PERGALA FEDERAL JI BO SÛDANÊ ÇARESERIYA HERÎ GUNCAW E'

Rojnameya El Quds El Erebî jî bal kişand ser rewşa Sûdanê. Di nûçeya rojnameyê de hat gotin ku fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn, Mihemed Hemdan Deqlo “Himêdtî” duh yekşemê ji bo çareseriyê însiyatîfek pêşniyar kiriye. Li gorî rojnameyê, Himêdtî wekî çareseriya aloziya li welat hikumê demokratîk ê sivîl û artêşeke yekbûyî ya li gorî hilbijartinanê adil û azad pêşniyar kiriye û diyar kiriye ku pergala federal ji bo hikumê Sûdanê ya herî guncaw e.

(c)