Akademiyeke îdeolojiyê li taxa Qidûrbeg hat vekirin

Bi însiyatîfa xelkê taxa Qidûrbegê, akademiyeke îdeolojiyê li taxa Qidûrbeg a Qamişloyê bi armanca belavkirina fikrê azad ê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hat vekirin.

Akademiyeke îdeolojiyê li taxa Qidûrbeg hat vekirin
Akademiyeke îdeolojiyê li taxa Qidûrbeg hat vekirin
Akademiyeke îdeolojiyê li taxa Qidûrbeg hat vekirin
Akademiyeke îdeolojiyê li taxa Qidûrbeg hat vekirin
Akademiyeke îdeolojiyê li taxa Qidûrbeg hat vekirin
Akademiyeke îdeolojiyê li taxa Qidûrbeg hat vekirin
Akademiyeke îdeolojiyê li taxa Qidûrbeg hat vekirin
27 tebax, 2023   18:17
QAMIŞLO

Di merasîma vekirina akademiya bi navê şehîd Bingeh de, bi dehan xelkê taxê û endamên 11 komînên taxê beşdar bûn.

Dayika şehîd Bingeh Qidûrbeg Zeyneb Tahir û xwişka wî Xedîce Hisên û dayîka şehîd Mihemed Salih Sûriya Îbrahîm Osman, navenda akademiyê vekir.

Di serî de endamê Komîteya Perwerdeyê ya akademiyê Mihemed Cemîl vekirina akademiyê pîroz kir û got: "Em tev hewcedarên gavên wiha ne, ji ber wê jî me ev akademî ji bo şêniyên taxê vekir."

Cemîl destnîşan kir ku armanc ji vekirina vê akademiyê ew e ku şênî perwerdeya fikrî û îdeolojî li ser bingeheke exlaqî ya demokratîk û li gor fikrê Rêber Abdullah Ocalan bibînin da ku di encamê de kesên çalak di civakê de bên afirandin.

Mihemed Cemîl wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em dê akademiyê bikin cihê belavbûna fikrê azad ê pêşxistina civakan ber bi demokrasiyê ve."

Merasîm bi gerandina govendê li ber stranên koma Saz û Awaz û siloganên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(mh/şx)

ANHA