Şehîd Musene Ebdulkerîm li Tebqayê hat bibîranîn

Şêniyên bajarê Tebqayê endamê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê şehîd Musene Ebdulkerîm di salvegera 1'emîn a şehadeta wî de, bi merasîmekê bi bîr anî.

27 tebax, 2023   19:15
TEBQA

Di merasîmê de nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, meclisên leşkerî û sivîl, tevgerên ciwan û jinan, mêvan ji Minbic, Reqa û rûspiyên eşîrên Tebqayê beşdar bûn.

Di serî de endamê Navenda Çand û Hunerê Amir Enad bixêrhatina beşdaran kir.

Piştre, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê rêveberiyê Mihemed Subhî wiha axivî: "Şehîd Musene ji bo belavkirina têgeha neteweya demokratîk gelek fedakarî kir. Ew ne kesekî normal bû, ew hertim tev hevrê, heval û malbata xwe li eniyên pêş bû û azadîxwaz bû."

Her wiha, serokê Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ehmed El Xelef axivî û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna aramiya Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, da.

Piştre sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Musene Ebdulkerîm a di nav partî û hunerê de hat pêşandan.

Di dawiya merasîmê de helbestvan Reid El Fadil, Samir Ehmed û Amir El Inad helbestin ji bo bîranîn şehîd Musene Ebdulkerîm pêşandan.

(mh/şx)

ANHA