'Bi hevgirtinê em ê serketinê mîsoger bikin'

Jinên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker dan û got, ew ê bi hevgirtina xwe li hemberî êrişan rabin û bi hevgirtinê dê serketinê mîsogr bikin.

'Bi hevgirtinê em ê serketinê mîsoger bikin'
27 tebax, 2023   07:18
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinên ji pêkhateyên herêmê nêrîna xwe bi me re parve kirin.

Ji pêkhateya Suryan Ferîda Şemon êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kiryarekî `terorî ya qirêj` bi nav kir û got: “Dewleta Tirk ji zarokan heta mezinan dike hedef û bê navber êriş dike.”

Ferîda da zanîn ku ew bi hemû pêkhateyan re weke xwişk û bira dijîn û anî ziman ku dewleta Tirk bi qasî qehir û kîna di nava xwe de ewqasî li dijî hevgirtina gelan derkeve.

`EM Ê LI HEMBERÎ DEWLETA TIRK KÎNDARIN`

Losnak Kaforyan a ji pêkahteya Ermen destnîşan kir ku bi qasî serkeftin û bidestxistina destkeftiyên Rêveberiya Xweser, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe zêdetir dike. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk  hevgirtina Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Êzidî ya di bin sîwana Rêveberiya Xweser de qebûl nake.

Losnak Kaforyan got: “Em ji Erdogan re dibêjin, tu çi bikî jî em ê  bi hemû hêza xwe li hemberî te rawestin."

Losnak di dawiya axaftina xwe de got: “Em wek jinên Ermen li hember dewleta Tirk kinder in. Em ê tola xwe hilînin. Em ê her dem li her deverê li dijî dewleta Tirk rawestin. Em heta dawiyê li ser şopa şehîdên xwe bin.”

Ji pêkhateya Kurd Bedîa Îsmaîl diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazên qirêj şerê pêkhateyên herêmê dike û diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk li dijî pîvanên mirovatî û exlaqê ne.

Bedîa Îsamîl destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser jinan zêdetir kiriye ji ber dizane ku hebûna civakê bi hebûna jinan ve girêdayî ye.

Bedîa bal kişand ser êrişa li dijî ekîba JIN TV'yê û got: “Dewla Tirk a dagirker bi vê êrişê dixwaze dengê heqîqetê ji holê rake û jina Kurd bê deng bike. Em ê jî her dem di nava têkoşînê de bin. Em ê li ser fikra Rêbertiyê bi serbikevin.”

Rewa Celûd a ji pêkhateya Ereb jî da zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker bi armanca derxistina alozî û fitneyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Rewa Celûd got: “Em ê bi hevgirtina xwe serkeftinê mîsoger bikin.”

(bb)

ANHA