Çeteyên dewleta Tirk dîsa êriş malbata Pêşmerg kir

Çeteyên dewelat Tirk a dagirker ên Ehrar El Şerqiye careke din hewl dan ku endamekî malbata şehîdên komkujiya Cindirêsê bikujin. Çeteyan bi kêrê êriş kir û di encamê de kesê birîndar rakirin nexweşxaneya El Selam a Efrînê. Li gor agahiyan rewşa wî kirîtîk e.

Çeteyên dewleta Tirk dîsa êriş malbata Pêşmerg kir
26 tebax, 2023   18:58
ŞEHBA

Çavkaniyên taybet ên navçeya Cindirêsê ya kantona Efrîna dagirkirî, ragihand ku çeteyên Ehrar El Şerqiye yên artêşa Tirk a dagirker hewl da careke din endamekî malbata Pêşmerg bi kêrê bikujin.

Çeteyên Ehrar El Şerqiye şeva Newrozê li dijî malbata Pêşmerg komkujî pêk anîbû ku di encamê de 4 welatî hatin kuştin û 2 din birîndar bûbûn.

Îro çeteyên Ehrar El Şerqiye bi niyeta kuştinê bi kêrê li neviyê yekane yê malbata Pêşmerg ê bi navê Nezmî Eşref Osman (19) xistine.

Piştî bûyerê Nezmî rakiriye nexweşxaneya El Selam.

Li gorî bijîşkan rewşa Nezmî ne baş e û niha di beşa çavdêriyê de ye.

Beriya vê jî di 23`yê Tîrmehê, çeteyên Ehrar El Şerqiye dîsa li Nezmî Osman bi kerpîçan lê xistibûn. Di encamê de ji gelek deverên benda xwe de birîndar bûbû. Li gorî bijîşkên nexweşxaneya Eqrebat a Idlibê, şûnên tekerên erebeyekê li ser aliyê wê yê rast û cihên derbeyên bihêz li ser cihê guriçkê hebûn.

Piştî ku navbeynkariya çeteyê bi navê Ebdulhekîm Beşar bi bin ket. dema ku hefteya borî serdana malbata Pêşmerg kir da ku nakokiya di navbera malbatê û çeteyên El Şerqiye de çareser bike, gef li Nezmî tê xwarin.

(şx)