Di pankartên xwepêşandêrên Siwêdayê de çi hebûn?

Di pankartên xwepêşandanên li Siwêda û herêmên din ên Sûriyeyê de hatin gotin, ew li hember hikumeta Şamê û "Opozîsyonê" ku alaveke dewleta Tirk a dagirker e bi hêrs in. Her wiha hate gotin ew alavên dewleta Tirk ên bikaranîna xwepêşandanan li ser hesabê Sûriyeyiyan li gorî berjewendiyên xwe, red kirin.

Di pankartên xwepêşandêrên Siwêdayê de çi hebûn?
25 tebax, 2023   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandanên li Siwêdayê rojane mezin dibin, nexasim ev xwepêşandan li tevahî herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de fireh bûn û li hin herêmên Rêveberiya Xweser çalakiyên piştgiriya van xwestekan hatin lidarxistin.

Ji Siwêdayê ber bi Dera û Şamê ve sûriyeyî xwepêşandan li dar xistin, hêrsa xwe li hember krîza debarê nîşan dan, li kêlek wê jî serhişkiya hikumeta Şamê ya qedexeya diyaloga bi sûriyeyiyan re ku xwe bigihînin çareya siyasî red kir.

NIVÎSÊN DERKETINE PÊŞ

Di xwepêşandanên 6 rojan de dewam dikin, diruşm û nivîsên balkêş ên ku malpera Siwêda 24 destnîşan kirine ev in; gelê Sûriyeyê ji kiryarên rejîmên desthilat ên ji destpêka krîza Sûriyeyê heta roja îro ve bêzar in.

Ji nivîsên îro yên herî balkêş; "Beşar Esed û Îxwan Mislimîn û Îtîlaf, hûn birayên hev ên mijandinê û ji heman fikra qirêj in". Ew îşaretê pê dike ku hikumeta Şamê û Îtîlaf alavek ji alavên dewleta Tirk a dagirker in û bûn sedema qetilkirin û koçberkirina sûriyeyiyan û bûn sedema rewşa krîzê ya li welat.

Her wiha pankarteke  jî bi nivîsa "Îtîlafê Sûriyeyî firotin Tirkiyeyê ew nûnertiya me nakin'' û ''Hilweşe Beşar" hatin vekirin.

KOÇER Û DIRZÎ YEK IN

Eşîrên koçer ên li başûrê Sûriyeyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî piştigrî da xwepêşandanan.

Çavkaniyên ji Siwêdayê da zanîn ku şandeyeke ji ciwanên Kombûna Eşîrên Başûr gihaştina qada El Seyr a li Siwêdayê û tev li xwepêşandanan bûn û got, "Koçer û Dirzî yek in".

Di dîmenên malpera Siwêda 24 belav kiriye de, tevlêbûna ciwanên eşîrên başûr aşkera ye û di xwepêşandanan de diruşmên "Yek e yek e gelê Sûriyeyê yek e" hatin berzkirin.

MSD′Ê PIŞTGIRÎ DA XWEPÊŞANDANAN

Li aliyekî din jî Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji xwepêşandanên li Sûriyeyê re nîşan da.

MSD′ê çewisandina xwepêşandanan, bikaranîna tundiyê li dijî welatiyan şermezar kirin û bang li hikumeta Şamê kir ku biryarên navneteweyî yên rêzgirtina xwepêşandanên aştiyane, pêk bînin, girtiyan serbest berdin û şerê li Sûriyeyê bi dawî bikin û gavên siyasî yên cidî ragihînin, her wiha destûreke nû ku tê de pergala demokrasiyê hebe ava bikin.

Bi dehan welatiyên bajar û gundên Reqa, Tebqa û Dêrazorê bi xwepêşandanan piştgirî da Siwêdayê û diruşmên destekdayîna xwestekên Siwêdayê berz kirin.

Xwepêşandêrên Siwêdayê banga nenavendîbûnê weke çareya bidawîkirina êşên Sûriyeyan dikin.

(fr)