Kombûna Jinan a Zenûbiyayê êrişa li dijî ekîba JIN TV şermezar kir

Kombûna Jinan  a Zenûbiyayê bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî ekîba JIN TV şermezar kir û got, civata navneteweyî bi bêdengiya xwe dibin berpirsên vê êrişê.

Kombûna Jinan a Zenûbiyayê êrişa li dijî ekîba JIN TV şermezar kir
25 tebax, 2023   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Kombûna Jinan  a Zenûbiyayê bi daxuyaniyekê êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî ekîba JIN TV şermezar kir ku di encamê de karmendek şehîd bû û nûçegihanek birîndar bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî projeya neteweya demokratîk a ku bi pêşengî û keda jinan li ser erdê tê pêkanîn, didomîne. Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk êrişên xwe li dijî jinan û destkeftiyên şoreşa jinan zêdetir kirine da ku vîna jinan û ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bişkîne.

Kombûna Jinan a Zenûbiyayê li ser êrişa li dijî ekîba JIN TV jî diyar kir ku armanca vê êrişê ew e ku dengê heqîqetê yê ku sûcên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teşhîr dike, bibire.

Kombûna Jinan a Zenûbiya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser rojnamevanan şermezar kir û got: "Êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê me û rojnamevanên me dijî qanûnên mirovî ne. Rojnamevanên me bê westandin dengê jin û destkeftiyên şoreşa me ji cîhanê re radighînin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê bi rojnamevanên xwe yên ku nûnertiya dengê heqîqetê dikin re, têkoşînê xurt bikin. Em ê tevahî sûc û kiryarên dewleta Tirk  a dagirker û çeteyên wê yên li dijî projeya me û armancên me teşhîr bikin. Em ji dewleta Tirk û piştevanên wê re dibêjin, hûn çi bikin jî hûnê nikaribin roja me tarî bikin. Em ê bi hemû hêz û îradeya xwe kar bikin, em ê tola her dilopleke xwîna şehîdên xwe hilînin û herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, tevahî rêxisitnên hiqûqî û civakat navneteweyî bi bêdengiya xwe dibin berpirsên sûcên ku li dijî gelên herêmê û pêşengên wê têne kirin in.

(bb)

ANHA