​​​​​​​Nîjerê ji bo destwerdanê destûr da artêşên Burkina Faso û Maliyê

Fermandarên derbeya leşkerî ya li Nîjerê da zanîn ku ger êrişek li dijî Nîjerê çêbû artêşên Burkina Faso û Maliyê dikarin destwerdanê bikin.

​​​​​​​Nîjerê ji bo destwerdanê destûr da artêşên Burkina Faso û Maliyê
25 tebax, 2023   08:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarên derbeya leşkerî ya Nîjerê got ger êrişek li dijî Nîjerê çêbû, artêşên cîranan wê Burkina Faso û Maliyê dikarin destwerdanê bikin.

Ev ragihandin, piştî serdana wezîrê karên derve yê Burkina Fasoyê Olivia Rumba û hempîşeyê wî yê Maliyê Ebdullah Deyob li Niyamî bi dawî bû, pêk hat. General Ebdurehman Chiane ew her du pêşwazî kiribûn.

Di dawiya serdanê de, sekreterê giştî û cîgirê wezarê karên derve ya Nîjerê Omer Îbrahîm Sîdî daxuyaniyek li ser zimanê her du wezîran xwend û tê de hate gotin; heke êrişek li Nîjerê çêbû hêzên parastin û ewlehiyê yên Burkina Faso û Maliyê dikarin destwerdanê li xaka Nîjerê bikin.

Piştî derbeya leşkerî ya 26′ê Tîrmehê, fermandarên leşkerî yên Burkina Faso û Maliyê piştgiriya xwe ji desthilatdarên nû yên Nîjerê de nîşan da.

(fr)