Li Cebel El Ereb jinan li hember zilm û neheqiyê serî rakir - Hêvîdar XALID

Li Cebel El Ereb jinan li hember zilm û neheqiyê serî rakir - Hêvîdar XALID
25 tebax, 2023   06:31

Ev çend roj e li Sûriyeyê xwepêşandanên gel ên fireh li dijî rejîma Sûriyeyê û rêveberiya navendî ya ku zêdetirî 50 salan e welat bi rê ve dibin, têne lidarxistin. Xwepêşandêran pankartên şermezarkirina siyasetên Partiya Baasê yên li dijî pêkhateyên gelê Sûriyeyê hildan û banga çûyîna Beşar Esed û tevahî sembolên desthilatê kir. Her wiha banga lidarxistina xwepêşdanan li tevahî welat kirin. Xwepêşandêr daxwaza pergaleke nenavendî û bidawîkirina rêveberiya navendî ya li welat dikin ku welat wêran kir û hêviyên ciwanan têk birin.

Bi taybetî li başûrê Sûriyeyê, jin bi tevlêbûna nava xwepêşdanan û pêşengiya ji xwepêşandan hêrs û bertekên xwe li hemberî desthilata serdest nîşan didin. Li bajarê Siwêdayê tevlêbûna jinan a nava xwepêşandanan xurt û akîf e. Jin di xwepêşdanan de êşên xwe parve dikin û bang dikin ku divê li hemberî zilm û çewisandinê were sekinandin ku di jiyana giştî de li ser wan tê kirin. Her wiha daxwaza dîtina çareseriyan ji aloziyên li welat re dikin. Jin dirûşmên banga bidawîkirina desthilata heyî dikin ku îradeya wan xesb dike û hebûn û têkoşîna wan dike hedef.

Bi destpêka aloziya Sûriyeyê re êş û azarên gelê Sûriyeyê zêdetir bûn û her çareseriyeke ku bikare welat ji tevlihevî û kaosa di hemû qadên jiyanê de derxe, tê astengkirin. Yên herî zêde ziyanê ji ber van aloziyan dibinin, jin in. Li gorî rapora Enstîtuya Georgetownê ya ji bo Jin, Aştî û Ewlekariyê (WPS) û Navenda Brio ji bo Zayendî, Aştî û Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, di warê tundiya birêxistinkirî ya têkildarî ewlehiya civakî de, di cîhanê Sûriye de di rêza duyemîn de ye.

Şerê ku ev zêdetirî 10 sal e li welat rû dide, bi taybet ji bo jinan mercên giran afirandin. Di vê çarçoveyê de tundiya sîstematîk a li ser jinan bi awayekî şêber zêde bû. Li gorî daxuyaniyên rêxistinên hiqûqî, bi hezaran jin bûn qurbanî û rêjeya zewicandina zarokên keçîn li welat zêdetir bû.

Ji her kesî re aşkara ye ku tevahî binpêkirin û kiryarên dermirovî ku li dijî jinan têne kirin, encamên adetên paşverû û kevnperest in. Lê qanûnên Sûriyeyê ji van sûcan ne dûr in. Berpirsê yekemîn û yê sereke yê rewşa giştî ya jinan rejîma Sûriyeye ye, ji ber ku ev rejîm jinan ji tundiyê naparêze. Ev yek jî jinan di şerê wan ê li hemberî zîhniyeta baviksalar de bi tenê dihêle. Bi piranî ji bo jinan qanûnên adilane nîn in. Qanûnên mafê mîrasê heta bi sûcê bi navê namûsê de, urf û adetên girêdayî zewacê, jin kirine mîna metayekê ku tên kirîn û firotin. Ji wê zêdetir qanûnên heyî, sûcdarên destdirêjî û êrişên zayendî ji bê hesab têne hiştin.

Li welat diyardeya tundiyê zêde bûye. Ruxmî bertekên navneteweyî jî, lê heta niha qanûnên Sûriyeyê yên taybet bi tundiya malbatî nayên pêkanîn. Her wiha tu alav nîn e ku mafên jinên di bin gefan de, mîsoger bike û wan ji gefan biparêze. Gelek jin li hemberî tundiyê dengê xwe nakin da ku zarokên xwe ji dest nedin, an jî ji ber ku cihek ku wan jinan bihewîne, nîn e. Her wiha qanûna ceza mafên jinan naparêze. Li gorî madeya 506'an a qanûna cezayan, cezayê girtiyê tundiya devkî ya li jinekê ji rojekê heta 3 roj tenê ye, her wiha ji 500 heta 2 hezar lîreyên Sûriyeyê tenê ye.

Bingeha destûra Sûriyeyê, olî û êlî ye bi taybet qanûnên têkildarî sûcên “namûsê”. Madeya 9`an a qanûna Sûriyeyê derfetê dide sûcdaran û kesên xwefiroş ku sûcan pêk bînin. Li şûna ku cezayê herî giran li wan bibire, heke sûcdar bi mexdûr re bizewice cezayê wî sivik dike. Li gel van qanûnên ku sûcdaran diparêzin, jin rûbirûyî zîhniyeta paşverû ya civakê dimîne ku mexdûr şerm li ser xwe dibîne.

Tevî ku Sûriyeyê her heft peymanên sereke yên mafên mirovan, di nav de Peymana Mafên Zarokan, peymana tunekirina hemû cureyên cudakariyê li hemberî jinan anku ‘CEDAW’ erê kiriye, lê belê ji ber xalên vê peymanê îtirazên wê hene ku ne li gorî peymanên wê ye. Sazî û navendên ragihandinê û yên olî roleke neyînî dilîzin ku rola jinan di çaçroveya malê de dihêlin.

Li gel guhertinên rasteqîne ku li herêmê rû didin, nemaze piştî ku xwepêşdan li welat dest pê kirin, ji jinên Sûriyeyê tê xwestin ku têkoşîneke fikrî û îdeolojîk pêk bînin, li hember siyaset û planên ku li ser wan têne kirin, xwe bi rêxistin bikin û rola xwe xurt bikin.

Xwepêşdanên vê dawiyê ku li başûrê Sûriyeyê dest pê kirin, bi taybet li Siwêdayê ku banga çûyîna Beşar Esed dikin, ji xwepêşdanên berê cuda ne, ji ber ku tevlêbûna jinan di van xwepêşdanan de berfireh e. Jin di rêza pêşîn de bertekên xwe li hemberî kiryarên rejîma Sûriyeyê yên li dijî wan tînin ziman. Jin diyar dikin ku ew ê dev ji daxwazên xwe bernedin heta armancên wan ên jiyaneke azad û bi rûmet pêk were û guhertineke demokratîk li welat çêbibe ku mafên wan di destûrê de werin mîsogerkirin û destûr werin pêkanîn.

Her kes rola dîrokî ya jinên Siwêdayê dizane ku li hemberî tevahî dagirkeriyên li ser Cebel El Ereb rabûn. Yek ji jinên leheng ên ku navên wan di dîroka herêma Cebel El Ereb de hatine nîvisandin Busta Şelxîn e. Bustan ji gundê Simêd ê Lucat e, di dema mêtingeriya Fransa ya li Sûriyeyê de Bustan Şelxîn zêrên xwe firotin û bi heqê wan zêran xwarin ji şoreşgeran re kir, dîsan jî Bustan sewalên xwe firotin û çek ji şoreşgerên li dijî mêtinngeriya Fransayê re kirîn. Bustan ji her kesî re îsbat kir ku jin dikarin xak û rûmeta xwe biparêzin. Îro jî heman berpirsyarî ji jinên Siwêdayê tê xwestin. Jin dikarin guhertinên rasteqîn li ser erdê pêk bînin. Berdêl çi dibe bila bibe divê jin bi mafê xwe yê jiyaneke azad ve girêdayî bin. Divê bizanibin ku serketina li hemberî êş û zulmê bi têkoşîna domdar mîsoger dibe.

Her çendî ku di pêvajoya şoreşa Sûriyeyê de gelek xwepêşandan hatin lidarxistin jî, lê hêviyên min hene ku xwepêşdanên vê dawiyê wê bibin çirûskek ku ruhê mirovan ronî bike. Belê bi hêvî me ku jinên Cebel El Ereb a bilind wê bi raperîna xwe ya li hemberî zulmê, alava çewisandinê û bireka ku bedena Sûriyeyê parçe pareçe kir, guhertinekê pêk bînin. Îro derfeteke hatiye, dibe ku ev derfet careke din bi dest nekeve. Ji ber vê yekê pêwîst e tevahî jin ji bo afirandina jiyaaneke azad, bi rumet, wekhev, ji bo jiyaneke bê tundî, bê êş û azar refa xwe bikin yek, bidin ser şopa azadiyê û ji desthilata destpot xelas bibin.

(bb)

ANHA