Rojnamevan: Dewleta Tirk hewl dide nehêle komkujiyên wê bên ragihandin

Rojnamevanan têkildarî bombebarkirina erebeya Jin TV’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze rê li ber ragihandina komkujiyên ku ew li herêmê dike bigire.

Rojnamevan: Dewleta Tirk hewl dide nehêle komkujiyên wê bên ragihandin
25 tebax, 2023   00:38
QAMIŞLO

Der barê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeyeke Jin TV’yê de, rojnamevan û nûçegihan ji ajansa me re axivîn.

Di encamê bombebarankirina erebeyê de Necmedîn Feysel şehîd bûbû û Delîla Egîd birîndar bûbû.

Rojnamevan Lîlav Hesen diyar kir ku ne cara yekemîn e dewleta Tirk a dagirker êrişî rojnamevanan dike û bûyera şehîdxistina rojnamevan Îsam Ebdullah jî di dema şopandina sûcên dewleta Tirk a dagirker de pêk hatibû.

Lîlav Hesen da zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamevanan li pêş çavê tevahî cîhanê pêk tên û wiha dom kir: “Bê deng in, em van êriş û bêdengiya aliyên ku xwe bi parastina mafê mirovan didin nasîn, şermezar dikin.”

Di axaftina xwe de Lîlav destnîşan kir ku êrişa li ser erebeya Jin TV’yê rastiya dewleta Tirk a dagirker a li hember jinan derdixe holê û got: “Dixwaze bi van bûyeran tirsê bide rojnamevanan û rê li ber ragihandina komkujiyên li dijî civakê pêk tîne, bigire.”

Rojnamevan Sara Xalid jî da zanîn ku ew ê her dem ji kesên ku destekê didin dewleta Tirk a dagirker û ji dewleta Tirk jî re bibêjin “Hûn ê tu carî nekarin îrade û hêza me binpê bikin” û ew ê li dû şopa şehîdan bin.

Zinar Cafer jî diyar kir ku ji neçarbûnê dewleta Tirk a dagirker êdî gihaye asta hedefgirtina rojnamevanan û got: “Rojnamevan rastiya sûc û hovîtiya wê ya dijî gelan derdixin holê. Bi taybet li dijî rêxistinên jinan vê yekê dikin, ji ber ku şoreşa Rojava bi ya jinan hatiye nasîn. Dixwaze destkeftiyên jinan ji dest wan bibe.”

Zinar Cafer destnîşan kir ku ew ê ji bo derxistina heqîqetê hêza xwe bixin xizmeta xwedîderketina li destkeftiyên şoreşa Rojava.

Şêrîn Mihemed jî dewleta Tirk a dagirker ji bo welatparêz û welatiyên li ser axa xwe mayî bê hêz bikin û nirxê ku bi ked û xwîna şehîdan hatiye mîsogerkirin têk bibe, bi planên xwe hemû civakê dike hedef.

Şêrîn Mihemed wiha pê de çû: “Dixwaze bi hedefgirtina hevalên me yê rojnamevan îradeya me têk bibe, em ê heta dawiyê bi pênûs û kamerayên hevalên xwe li ser xeta wan bimeşin.”

(sb)

ANHA