‘Mifteyên çareseriyê di destê Rêber Abdullah Ocalan de ne’

Rêveberên rêxistinên jinan ên herêma Firatê diyar kir ku dê bi hemû hêza xwe li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker rabin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.

‘Mifteyên çareseriyê di destê Rêber Abdullah Ocalan de ne’
24 tebax, 2023   23:35
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne û ji 25'ê Adara 2021'ê ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin. Ev yek di nava raya giştî de bûye cihê nerazîbûnê.

Rêvebera Mala Jinan a herêma Firatê Semîra Mihemed Elî anî ziman ku dewleta Tirk ji dema revandina Rêber Abdullah Ocalan ve hewl dide bi hemû rêbazan îradeya gelên azadîxwaz ên ku xwe di ramanên Rêber Ocalan de dibînin, bişikîne.

Semîrayê got: "Fikr û felsefeya Rêbertî planên bi hezaran salan ên ku gel di dîrokê de temirandibûn, têk birin. Gelên azadîxwaz rêya xelasiyê di rêya fikr û felsefeya Rêbertî de dît.”

Semîra Mihemed Elî bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî sûcên li dijî Rêber Abullah Ocalan û wiha dom da axaftina xwe: “Dewleta Tirk her carê hincetekê derdixe da ku Rêbertî ji gel dûr bixe. Herî dawî tecrîd 6 mehên din nû kir, lê dîsa jî bi bin ket, ji ber vê yekê ji bilî gefên jehrîkirina wî tiştekî din li pêşiya wê nema. Hêzên navneteweyî ku bê deng in û temaşeyî rewşê dikin, di sûcên wê yên li dijî Rêbertî de bûne hevkarên dewleta Tirk.”

Semîra Mihemed Elî di dawiya axaftina xwe de got: "Çawa Rêbertî di girtîgehê de li hemberî pergalên faşîst li ber xwe dide, em ê bi hemû enerjiya xwe li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin, ta tecrîda li ser wî bişikînin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin."

Endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Hêvîn Miho jî da zanîn ku mifteyên çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn di destê Rêber Abdullah Ocalan de ne û got: “Pergalên serdest naxwazin alozî werin çareserkirin, ji ber vê yekê tecrîda li ser wî li hundirê girtîgehê ferz dikin. Rêxistinên ku îdiaya mirovahiyê dikin û rewşa Rêbertî paşguh kirine, nûnertiya berjewendiyên dewletên destpot dikin."

Hêvîn Miho got, ew wek rêxistinên jinan dê li qadan bin heta tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bişikê û azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

Hevseroka Komîteya Şaredariyan a Kantona Girê Spî ya herêma Firatê Reca El Dehiş jî anî ziman ku armanca tecrîkirina Rêber Abdullah Ocalan ew e ku îradeya gelê herêmê were têkbirin.

Reca El Dehiş got tiştek wan ji rêya ku Rêber Ocalan diyar kiriye, venagerîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk a dagirker di hesabê xwe de şaş e û dê negihêje armancên xwe. Gelê herêmê îro bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji her demê bêtir zane ye. Em ê têkoşînê xurt bikin ta azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.”

(bb)

ANHA