Partiyeke Sûriyeyê banga lidarxistina kongreyekê giştî ya sûriyeyî kir

Partiya Guhertin û Pêşketinê ya Sûriyeyê banga lidarxistina kongreyekê kir ku hemû sûriyeyî tê de beşdar bin da ku êşên gelê Sûriyeyê bi dawî bibin, her wiha destnîşan kir ku pêwîst e berjewendiya niştîmanî berî her tiştî be.

Partiyeke Sûriyeyê banga lidarxistina kongreyekê giştî ya sûriyeyî kir
24 tebax, 2023   20:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Guhertin û Pêşketinê ya Sûriyeyê der barê xwepêşandanên li deverên Sûriyeyê bi taybetî li parêzgeha Siweydayê ku daxwaza nenavendîbûnê û başkirina rewşa Sûriyeyê dikin, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Ev 12 sal in kareseta Sûriyeyê dest pê kiriye û di van salan de ji hikumetekê bêhtir ev kirîz bi rê ve bir.

Ji ber gelek sedeman ev hikumet bi bin ketin, di nav de destwerdana derve û pirsgirêkên xwecih hene. Nekarîn vê kirîzê çarser bikin.

Aliyên ku destwerdan di karûbarên Sûriyeyê de kirine naxwazin kirîz bi dawî bibe û ew wê li gor berjewendiyên xwe bi rê ve divin, ji ber wê jî ew di mijara çareseriya kirîzê de ne cidî ne.

Xwepêşandanên dawîn, ji ber biryarên dawîn ên hikumetê derketin, ev biryar bê ku li gor rewşa welatiyan bên amadekirin, hatin dayîn.

Divê berjewendiya nîştimanî di ser her tiştî re bê girtin. Divê amadekarî bê kirin ku kongreyeke giştî ya sûriyeyiyan li dar keve.

Em bang li hikumetê û welatiyan dikin bi berpirsyarî tev bigerin, berjewendiya nîştimanî bidin pêş, bi lez kongreyekê li dar bixin ku tevahî sûriyeyiyan di bin siya xwe de dihewîne.”

(mh/şx)