Şêniyên Helebê: Heta dagirker ji Efrînê dernekevin em lê venagerin

Civînên ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê planên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yên li Efrîna dagirkirî eşkere kirin û destnîşan kirin ku heta dagirker ji Efrînê dernekevin ew li Efrînê venagerin.

24 tebax, 2023   17:21
HELEB

Encûmena Niştîmanî ya Kurdistanê-Sûriyeyê (ENKS) hewl didin ku propagandayeke wisa çêkin ku rewşa Efrîna dagirkirî aram e û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên ku rojane sûcên qirêj li dijî xweza û şêniyên Efrînê pêk tînin, bi awayekî baş nîşan bide.

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê ji bo eşkerekirina siyasetên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê li nav malên taxê geriyan.

Meclisê ji 19'ê vê Tebaxê ve bi hevkariya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongra Star, partiyên siyasî û saziyên sivîl li malên koçberên Efrînê geriyan dest bi rêzecivînan kir ku bi şêniyan re civîn pêk anîn. Di civînan de şênî ji vegera li Efrîna dagirkirî ya di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, hişyar kirin.

Her wiha di civînan de sûcên tecawizkirina jinan, dizî, revandin, şewitandina daran û talankirina malên şêniyên Efrînê hatin eşkerekirin.

Di civînan de behsa berxwedana koçberên Efrînê hat kirin ku ji ber sûcên dewleta Tirk a dagirker û rewşa aborî ya xirab, êş û zehmetiyan dikişînin. Her wiha banga hevgirtin û birêxistinkirinê hat kirin ji bo ku dagirkerî û çeteyên wê, ji Efrîna dagirkirî bên derxistin.

Civîn wê berdewam bikin.

(mh/şx)