Reîsî: Rêya xilasiya ji dolarê BRICS e

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ragihand ku civîna BRICS’ê dê asoyên nû veke û rêyeke ber bi avakirina cîhaneke pirreng e.

Reîsî: Rêya xilasiya ji dolarê BRICS e
24 tebax, 2023   16:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî îro di civîna BRICS’ê de got: “BRICS rêxistineke cîhanî ye ku dikare qeyran û arîşeyên cîhanê çareser bike û êdî di danûstandinên bazirganiyê de pişta xwe bi dolarê gire nede.”

Reîsî di civîna lûtkeya BRICS’ê ya li Johannesburgê de diyar kir ku Tehran piştgirî dide hewldanên Komeleya Aboriya yên Pêşdikevin, ku êdî xwe nespêre dolaran.

Ji bo ku dolarê ji danûstandinên bazirganî û aborî yên di nav endamên xwe de nehêle û herwiha sûd ji diravên navxweyî bê wergirtin, Îranê bi awayekî xurt û bihêz piştevaniya hewlên koma BRICS’ê dike.