QSD`ê serçeteyekî şaneya DAIŞ`ê li rojhilatê Dêrazorê girt

QSD`ê ragihand ku wê serçeteyekî şaneyeke DAIŞ`ê girt û di daxuyaniya ku parve kiriye de wiha nivisî: “Ev serçete, roleke mezin di vaguhastina teqemeniyan de, peydakirina belgeyan ji bo derxistina malbatên DAIŞ`ê ji kampa Holê de lîstiye. Gelek belge û qeydên deng pê re hatin girtin ku têkiliya wî bi çeteyên DAIŞ`ê re yên li herêmên Serêkaniyê ya dagirkirî, îsbat dikin.”

QSD`ê serçeteyekî şaneya DAIŞ`ê li rojhilatê Dêrazorê girt
20 tebax, 2023   17:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyanî li ser malpera xwe ya fermî belav kir.

Di daxuyaniyê de hêzê ragihand ku wê di operasyoneke yekîneyên taybet de li herêma Ezbe ya rojhilatê Dêrazorê, girtiye.

Her wiha destnîşan kir ku serçeteyê hatî girtin, têkilyên wî bi serçete û mîrên DAIŞ`ê yên li herêmên Serêkaniyê dimînin re, hene.

Hêzê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku serçeteyê girtî, roleke mezin di vaguhastina teqemeniyan, çêkirina wê, peydakirina çek û cebilxane, amûrên teknolojiyê yên leşkerî ji şaneyan re lîstiye ji bo ku êrişên terorîst li dijî hêzên leşkerî yên herêmê û karmednên Rêveberiya Xweser pêk bînin. Her wiha ji bo derxistina malbatên DAIŞ`ê ji kampa Holê, belgeyên sexte û heta çek ji wan re peyda dikir.

Hêzê eşkere kir ku di operasyona sergirtinê de, belge û qeydên deng desteser kirine ku têkiliyên wî bi serçete û mîrên DAIŞ`ê yên li herêmên Serêkaniyê dimînin re, îsbat dikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hêzê got: “Ji bo tunekirina terorê li herêmê û jêderên fînansekirina wan, ji bo sepandina ewlehiyê û têkbirina êriş û planan, xebatên me berdwam in.”

(şx)