Kurdistaniyên li Lubnanê 15`ê Tebaxê pîroz kir

Kurdistaniyên li Lubnanê û PYD`ê pêngava 15`ê Tebaxê pîroz kir.

Kurdistaniyên li Lubnanê 15`ê Tebaxê pîroz kir
20 tebax, 2023   19:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û kurdistaniyên li Lubnanê Pêngava 15`ê Tebaxê bi şahiyekê li hola Şalat Siwês pîroz kir.

Bi navê PYD, ciwanên partiyê û Kongra Star axaftin hatin kirin. Di axaftinan de, Pêngava 15`ê Tebaxê wek destpêkirina jiyana azad a birûmet hate wesifandin û tevahî şehîdên di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine, hatin bibîranîn.

Her wiha berxwedana gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê û çiyayên Kurdistanê hate silavkirin û hat destnîşankirin ku ev berxwedan bi giyanê 15`ê Tebaxê berdewam dike.

Dûre, koma Welatê Rojê û Şehîd Rojîna berhemên xwe pêşandan.

(şx)