ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-8-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-8-2023
20 tebax, 2023   23:00

Welatiyên ji kantona Hesekê diyar kir ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan siyasî ye û got ew ê ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkhate azadiya wî ya fîzîkê tê bikoşin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevseroka Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Melek El Hisên bang li koçberên Efrînê kir ku bibin yek û guh nedin siyasetên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê ji ber ku armanca wan rewakirina dagirkirina Efrînê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnamevana tunisî Zihûr El Meşriqî destnîşan kir ku tecrube îsbat kirin ku qanûn nikarin jinan biparêzin. Tenê dengê wan, tevgerên rastîn ên jinan û koordîneya sînornenas wan diparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Siyasetmedaran destnîşan kir ku siyasetên tirsandinê, tirkkirinê û guhertina demografiyê, siyasetên herheyî yên dewleta Tirk a dagirker in. Her wiha diyar kirin ku bêdengiya hêzên navneteweyî, rojane dibe sedema kuştina sûriyeyiyan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekîneya Avê ya Ciriniye ya Tebqayê hewl dide ku avê ji welatiyan re peyda bike. Ji bo wê, bîrekê dikole û depoyeke avê ava dike ku avê ji 16 gundî re peyda bike. Nemaze piştî ku dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê qut kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 43 hezar û 66 mamosteyên dibistanên seretayî, navîn û amadeyî, amadekariyên sala nû ya perwerdeyê dikin.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

132 şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi nirxandina pêşniyar û pirsgirêkên komînan di civînên xwe de kirine da ku pêk bînin. Şaredarî amadekariya pêkanîna 411 projeyên cihêreng ên qîrkirina rê, av û kanalîzasyon û projeyên jîngehê dikin.

Çalakiya konvedanê ya Minbicê ya ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye, di roja sêsiyan de berdewam e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan xwepêşdanekê li dar dixe saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye têkildarî rewakirina li ser Efrînê ji aliyê ENKS`ê ve daxuyaniyekê dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Til Birakê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Xalid El Heşaş a li gundê Ebû Huceyre yê bakurê navçeya Til Birakê li dar dikeve saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN