Li Hesekê Stada Şehîdên Miftî hat vekirin

Piştî xebatên bênavber, Meclisa Malbatên Şehîdan îro stada Şehîdên El Miftî vekir.

Li Hesekê Stada Şehîdên Miftî hat vekirin
Li Hesekê Stada Şehîdên Miftî hat vekirin
Li Hesekê Stada Şehîdên Miftî hat vekirin
Li Hesekê Stada Şehîdên Miftî hat vekirin
Li Hesekê Stada Şehîdên Miftî hat vekirin
Li Hesekê Stada Şehîdên Miftî hat vekirin
20 tebax, 2023   19:35
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê di 1`ê Cotmeha 2022`yan de dest bi amadekirina stadekê li taxa Miftî ya bajêr kir.

Di vekirina stadê de, bi dehan şêniyên Hesekê, hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Xebat Silêman, endamên saziyên sivîl, leşkerî û Meclisa Malbatên Şehîdan hazir bûn.

Di şahiyê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Dawî axivî û vekirina stadê li Rêber Abdullah Ocalan, tevahî şehîdan û ciwanan pîroz kir.

Dawî wiha domand: “Em hewl didin ku tevahî derfetan ji ciwanan re peyda bikin da ku hêviyên wan pêk bînin.”

Di dawiya şahiyê de, beşdaran xelekên govendê gerandin.

(şx)

ANHA