"Divê koçberên Efrînê guh nedin plan û siyasetên qirêj"

Hevseroka Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Melek El Hisên bang li koçberên Efrînê kir ku bibin yek û guh nedin siyasetên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê ji ber ku armanca wan rewakirina dagirkirina Efrînê ye.

"Divê koçberên Efrînê guh nedin plan û siyasetên qirêj"
"Divê koçberên Efrînê guh nedin plan û siyasetên qirêj"
"Divê koçberên Efrînê guh nedin plan û siyasetên qirêj"
"Divê koçberên Efrînê guh nedin plan û siyasetên qirêj"
"Divê koçberên Efrînê guh nedin plan û siyasetên qirêj"
"Divê koçberên Efrînê guh nedin plan û siyasetên qirêj"
21 tebax, 2023   01:38
ŞEHBA – ALAN ŞÊX REŞÎD

Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê di 16’ê Tebaxê de hemleya serdana kamp û malên Şehbayê yên ku koçberên Efrînê tê de dimînin, dest pê kir.

Meclis kamp û malên hemû gund û navçeyên Şehbayê serdan dike, da ku rewşa herêmê û siyasetên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yên Encûmena Niştîmanî ya Kurdistanê (ENKS) û piştevanê wê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nas bike.

ENKS û PDK’ê hewl didin dagirkeriya li ser Efrînê rewa bikin û çeteyan bi awayekî baş nîşan bidin.

Der barê vê mijarê de, hevseroka Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Melek El Hisên li gel ajansa me axivî û behsa serdana kampa Serdemê ya koçberên Efrînê ya navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kir.

Melek got: "Di civîna dawî ya Astanayê de ku tê de Îran, Rûsya, Tirkiye û hikumeta Şamê civiyan, li hev kir ku siyaset û planan pêk bîbin da ku herêmê ji koçberên Efrînê vala bikin, rewabûnê bidin dewleta Tirk a dagirker a Efrîn dagir kiriye. Ji ber wê hêsanan ji bo vegerandina penaberan pêşkêş dikin.”

Melek El Hisên destnîşan kir ku ENKS'ê siyaset û planên qirêj dimeşîne da ku şêniyên Efrînê bixapîne ji bo ku li Efrînê vegerin ruxmî ku MIT'a Tirk û çeteyên wê pîstirîn sûc li dijî şêniyan pêk tînin û got: "Armanc ji van planan rewakirina dagirkirina Efrînê ye da ku bibe Lîwa Skenderonê duyem. Dewleta Tirk heman siyaseta ku dema Lîwa Skenderon dagir kiriye, meşand, niha li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dimeşîne."

Der barê hemleyê de Melek got: "Ji bo redkirina van planan me hemleyek di 16'ê Tebaxê de dest pê kir. Bi rêya serdana xwe, em dixwazin siyasetên li dijî gelê berxwedêr tên kirin, eşkere bikin. Hemleya me dê 15 rojan berdewam bike. Em dê serdana tevahî mal  û kampan bikin û ji wan re siyasetên tên meşandin şîrove bikin û li daxwazên wan guhdar bikin."

Melek destnîşan kir ku koçberên Efrînê rastiya van siyasetên qirêj nas dikin, lê belê hin hene ji ber ku televîzyon û înternetê naşopînin, rastiya van planan nas nekirine.

Melek bang li koçberên Efrînê kir ku bibin yek û guh nedin van planan û sozên ENKS'ê û got: "Efrîn ê rizgar bibe û şêniyên wê dê bi serbilindî  lê vegerin."

(mh/şx)

ANHA