​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbata Cemîl Hebîb

Şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbata Cemîl Hebîb ê endamê TEV-DEM′ê ku di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû.

19 tebax, 2023   12:38
QAMIŞLO

Li taxa Hîlaliyê ya Qamişloyê konê sersaxiyê hat vedan. Li bin kon alên PYD′ê, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û wêneyên Cemîl Hebîb hatin daliqandin.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Şemsê Xangulo axivî û sersaxî da malbatê û wiha got: "Şehîd xwedî taybetmendiyên hezkirina welat, parastina destkeftiyên şoreşê û hezkirina hevalên xwe bû. Heta şehadetê li ser soza xwe bû."

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî li ser têkoşîn û berxwedana Cemîl Hebîb û çawa di destpêka şoreşê de çek ji bo parastina gel û xaka xwe hilgirt û beşdarî gelek hemleyan bû, axivî.

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Qamişloyê Ebdulkerîm Ebdurehman jî axivî û soz da ku ew armancên şehîdan bişopînin, destkeftiyên şoreşê biparêzin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

Li aliyekî din jî hevseroka Meclisa Kongra Star a Qamişloyê Hindirîn Xelîl axivî û wiha got: "Malbata şehîd ji malbatên ji destpêka şoreşê ve têkoşiya û li ber xwe daye. Em soz didin li ser şopa şehîdan bimeşin."

Merasîm bi xwendîna wesîqeya şehadetê bi dawî bû.

(fr)

ANHA