37 bikarhêner û belavkarên madeyên hişbirê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 37 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbirê girtin û gelek madeyên hişbir û çek desteser kirin.

37 bikarhêner û belavkarên madeyên hişbirê hatin girtin
19 tebax, 2023   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku Rêveberiya Giştî ya li dijî Madeyên Hişbirê bi koordîneya Dozgeriya Giştî êvara 16'ê Tebaxê bi ser gelek cihên bikarhêner û belavkarên madeyên hişbirê de girtiye.

Di daxuyaniyê de hate gotin di serdegirtinê de 37 belavkar û bikarhênerên hişbirê hatin girtin û made û alav desteser kirin:

22 hebên hişbir

300 gram macûna heşîşê

50 gram krîstal
3 mêzînên elektronîk

9 tifingên nêçîrê

12 demançe

1 kalaşnîkof

3 narincok
8 cercûrên kalaşnîkofê
65 çekên spî

Cercûreke demançeyê

4 rextên leşkerî

Zincîra mermiyên (BKS) ku 83 gule tê de hene

63 guleyên kalaşnîkofê

Şûrek

13 kartên memoriyê
3 motorên diziyê

11 kamerayên wênekişandinê

Kamerayeke çavdêriyê

4 laptop

2 tablêt

46 telefonên destan

2 saetên zîrek

485 dolar
Milyonek û 467 hezar lîreyên Sûriyeyê

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên ewlekariyê lêpirsîn daye destpêkirin û tiştên ku hatine desteserkirin ji bo temamkirina tedbîrên qanûnî yên der barê wan de ji Dozgeriya Giştî re dê bên şandin.

(bb)