Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan çalakiya konvedanê

Şêniyên Minbicê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û banga azadiya wî ya fîzîkî çalakiyeke 3 rojan da destpêkirin.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan çalakiya konvedanê
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan çalakiya konvedanê
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan çalakiya konvedanê
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan çalakiya konvedanê
19 tebax, 2023   12:21
MINBIC

Li Minbicê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û banga azadiya wî ya fîzîkî ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê ve çalakiyeke konvedanê ya 3 rojan hate organîzekirin. Çalakî bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e" li qada Yekitiya Werzîşê ya bajêr hate lidarxistin.

Di encama komployeke navneteweyî de Rêber Abdullah Ocalan di 15′ê Sibata 1999′an de hate revandin û radestî dewleta Tirk hate kirin. Dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, nahêle ne parêzer ne jî malbat pê re bicivin û ji 25′ê Adara 2021′ê ve tu agahî jê nayên wergirtin.

Li gorî kesên çalakiyê bi rê ve dibin, dê çalakî 3 rojan dewam bike; tê de komplo bi semîneran were pênasekirin, belgefîlm werin pêşandan, beşdar biaxivin û çalakiyên din hebin.

Şêniyên Minbic, nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û rûspiyên eşîrên herêmê berê xwe da konê çalakiyê.

Di destpêka çalakiyê de endama Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Husam El Şewax axivî û wiha got: "Desthilatên dewleta Tirk a faşîst tecrîdeke giran li ramyar û Rêber Abullah Ocalan û hevrêyên wî yên li girtîgeha Îmraliyê ferz kiriye û nahêle ne parêzer ne jî malbata bi hinceta cezayên dîsplînê serdana wî bikin."

El Şewax wiha domand: "Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêxistinên hiqûqî bi taybet CPT′ê berpirsê vê tecrîdê û kiryarên li Îmraliyê pêk tên dibînin."

El Şewax di dawiyê de bang li raya cîhanê û hêzên navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û girtîyên din ên Îmraliyê bikin.

Endama însiyatîfê Hind Dagisatanî li ser komploya navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û tecrîdê axiv.

Hind wiha got: "Divê em bizanin girtina Rêber Abdullah Ocalan ji bo şikandina vîna gelan, bi taybet jinan e. Ev tecrîda li dijî wî bendek ji bendên îşkence ye, şerekî derûnî û mirina hêdî ye."

Hind wiha dawî li gotina xwe anî: "Rêber Abdullah Ocalan ne tenê kesayeta ferdekî temsîl dike, lê belê vîna gelê xwe temsîl dike û ji mafên wî ye azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe. Ji ber ku parastina gelê xwe û gelên herêmê tevahî dike."

(fr)

ANHA