Di kongreya jinan de banga ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan

Jinan di Kongreya Navneteweyî ya Tecrubeyên Tevgerên Jinan de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan nîqaş kir û got ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê têkoşîneke xurt were kirin.

Di kongreya jinan de banga ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan
19 tebax, 2023   11:57
BEYRÛT

Rûniştina sêyemîn a dawîn a Kongreya Navneteweyî ya Tecrubeyên Tevgerên Jinan ku li Beyrûtê hatiye lidarxistin, ji aliyê lêkolînera jin, aştî û ewlehî Dr. Mey Eclan ve hat birêvebirin.

Jinan “Nêrîna hevrêyê jinan ronakbîr Abdullah Ocalan der barê rêwîtiya azadiya jinan de” nîqaş kirin.

Çalakvana jineolojiyê Rojiyan Hisên anî ziman ku jinên Kurd xwe li ser esasê tezên Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin kir û her gavek an jî pêşketineke wan li ser vî esasê tezên Rêber Abdullah Ocalan e.

Endama Komeleya Parêzerên Ji bo Azadiyê parêzer Rengîn Ergul jî bal kişand ser rewşa qanûnî û kiryarên dermirovî ku li girtîgeha Îmraliyê li ser Rêber Abdullah Ocalan têne meşandin.

Rengîn Ergul bi bîr xist ku mafên hêviyê li tevahî cîhanê tê naskirin û tê wateya ku girtî piştî 20 salan dikare were berdan. Her wiha got: "Ruxmî ku cezayê darvekirinê li Tirkiyeyê hatiye betalkirin, lê hêvî hebû ku Rêber Abdullah Ocalan serbest were berdan. Ev mijar di parlamentoya Tirkiyeyê de hat nîqaşkirin û biryar hat dayîn ku Rêber Abdullah Ocalan neyê berdan."

Rengîn Ergul anî ziman ku têkildarî rewşa Rêber Abdullah Ocalan gilî li saziyên herêmî û xwecihî hat kirinê lê bê encam bû û destnîşan kir ku li dijî pergala li Îmraliyê divê têkoşîn were xurtkirin.

Rûniştina sêyemîn bi mijara bi sernavê “Pêdiviya têkbirina pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê bi çi xebatê heye" bi dawî ku ji aliyê berdevka Însiyatîfa Nûn  a Azadiya Rêber Ocalan Sewsen Şoman ve hat birêvebirin. Sewsan Şoman behsa girtîgeha gireva Îmraliyê kir û got, ev girev piştî girtina Rêber Abdullah Ocalan bûye herêmeke leşkerî ya qedexekirî û kontrola wê asê ye.

Sewsen anî ziman ku têkiliyên Rêber Abdullah Ocalan bi derve re hatine qedexekirin û ji du salan ve parêzer û malbat nikarin wî bibînin.  Sewsen diyar kir ku rewşa girtiyên di girîgeha Îmraliyê de ne zelal e û ev yek jî fikaran çêdike.

Rûniştina dawîn bi bersivandina pirsên beşdaran, nêrînên wan ên der barê çarenûsa Rêber Abdullah Ocalan de, her wiha planên ku dikarin werin pêkanîn da ku Rêber Abdullah Ocalan serbest were berdan bi dawî bû.

Beşdaran di dawiyê de dirûşmên banga azaddiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berz kirin.

(bb)

ANHA