`Nebûna çareseriya siyasî û xemsariya navneteweyî dehf dide vegera DAIŞ`ê`

Lêkolîner û pirsporê kar û barên terorê Hesen Ebû Heniye destnîşan kir ku nebûna çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê, xemsariya civata navneteweyî bi DAIŞ`ê ku taktîkên xwe guhertin, bûn sedem DAIŞ`ê ji nû ve derkeve û dê êrişên dîtir pêk bîne.

`Nebûna çareseriya siyasî û xemsariya navneteweyî dehf dide vegera DAIŞ`ê`
17 tebax, 2023   01:35
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Komîteyeke NY`yê ku ji gelek pirsporan pêk tê, di raporeke xwe de ku duşemê daye, hişyarî da ku DAIŞ hîna serkêşiya 5 hezar heta 7 hezar çete li Sûriye û Iraqê dike. Ev çete gefa herî xetere ye. Her wiha komîteyê diyar kir ku tevî windahiyên serçeteyên DAIŞ`ê û kêmbûna tevgera wan li Sûriye û Iraqê, lê metirsiya vegera wan hîna li dar e.

Der barê de lêkolînerê kar û barên terorê Hesen Ebû Heniye got: “Raporên NY, navenên îstixbaratê yên navneteweyî  û lêkolînên der bar îhtimala vegera DAIŞ`ê de, ne xerîb in. Ji ber ku bi rastî ji dema ku DAIŞ li Baxozê di Adara 2019`an de bi bin ket, piraniya serçeteyên wê hatin kuştin û girtin, lê DAIŞ`ê xuya kir ku dikare bi hêz vegere.”

Li gorî Ebû Heniye gelek alî li xwe mikur tên ku DAIŞ bi dawî nebûye û got civînên salane yên Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ`ê ku di vê dawiyê de fireh bû û 86 dewletên bûn endamên wê, delîla herî mezin ku DAIŞ hîna heye.

DAIS BI BINNEKET U DI SAZUMANIYEKE NE NAVENDI DE DIXEBITE

Ebû Heniye diyar kir ku ew rapor diyar in û destnîşan dikin ku DAIŞ bi bin ketiye, kontroleke cihî ya DAIŞ`ê nemaye. Lê DAIŞ li gorî Ebû Heniye, bi bin neketiye û sazûmaniyeke ne navendî heye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Şaneyên wê li Iraq û Sûriyeyê belav in. hejmara wan derdora 10 hezar in. Yanî DAIŞ di aliyê rêxistinî de heye. Tevî ku serçeteyên wan hatin kuştin, lê bi yên nû hatin guhertin. Ev îsbat dike ku nermbûnek û lezbûnek heye heta ku DAIŞ dikare ji geşedanên heyî re bibe bersiv.”

Ebû Nehiye wiha pê de çû: “Têra xwe fînanseya DAIŞ`ê tê kirin. NY`yê behsa 50 milyon dolarî dike. Lê ez dibêjim miqdar ji vê pirtir e. Yanî fînanse heye û rêbazên bi destxistina pereyan bi rêya baçan heye.”

SÛRIYEYA PARÇEKIRÎ DERFETÊ DIDE VEGERA DAIŞ`Ê

Ebû Heniye diyar kir ku ideolojiya DAIŞ`ê bala rêjeyeke mezin a “şervanên xwecih” dikişîne, li rex wê hêza wê ya xweser heye tevî ku gelek ji dest da û got: “Dikare bilez xwe birêxistin bike û vegere. Aliyekî din ê girîng heye ku sedemên bingehîn ên vegera DAIŞ`ê ye, ew jî aloziyên li Sûriye û Iraqê ne.”

Bi nêrîna Ebû Heniye li Sûriyeyê tu çareseriyeke siyasî nîn e û hîna parçekiriî ye, nakokiya jeosiyasî bi rêya hebûna Amerîka, Rûsya, Îran û Tirkiyeyê heye, li rex wan zehmetiyên aborî ji ber bêkarî û xizaniyê hene û wiha axivî: “Derdora 10 hezar çeteyên DAIŞ`ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê darizandin, girtî hene. Malbatên wan jî di kampa Hol û hin kapmên din de. Hejmara wan derdora 60 hezar e.”

ELEQEDARIYA NAVNETEWEYÎ KÊM BÛ

Ebû Heniye balkişand ser şert û mercên heyî ku derfetê didin vegera DAIŞ`ê, di navbera kêmbûna eleqedariya navneteweyî bi vê mijarê û got: “Koalîsyona Navneteweyî bi serkêşiya Amarîkayê, tu êrişên berçav mîna salên 2014 heta 2019`an, li dijî DAIŞ`ê pêk nayne. Ji ber ku eleqederiya wê ya jeosiyasî ber bi hevrikiya bi Çînê re û sekna li hember Rûsyayê hate guhertin. Li rex vê jî, pirsgirêkên wê yên hundirîn û dozên avhewayê hene. Ji ber wê têkoşîna li dijî terorê paşde çû. Rûsya jî bi şerê li Ukraynayê ve û hevrikiya bi NATO`yê re mijul e.”

Bi nêrîna Ebû Heniye, DAIŞ veguheriye rêxistineke nenavendî, şerê kolanan (gerîla) û tinekirinê. Êdî DAIŞ xwe dispêre komên biçûk ku komînan vedigrin, mayîn û bomeyan bi cih dikin û bûyerên kuştinê pêk tînin. Ebû Heniye anî ziman ku êdî ev rêbaz bandor li têkoşîna li dijî DAIŞ`ê dike.

DAIŞ BI RASTÎ LI SÛRIYE Û IRAQÊ XWE BI RÊXISTIN DIKE

Ebû Heniye îşaret bi wê yekê kir ku ne hêsan e ku taktîkên leşkerî li hember komên biçûk ên DAIŞ`ê li qadên fireh bên bikaranîn, ji ber ku DAIŞ bi hêsanî dikare leşkeran hedef bigire mîna li gundewarên Dêrazorê û Reqayê pêk hatiye.

Ebû Heniye di dawiyê de got: “Li vê dawiyê DAIŞê li Dera, Şamê li taxa Seyde Zeyneb êriş kir. Ev sedemên xweser û realîst dihêlin ku aliyên lêkolîner, îstixbaratî û navneteweyî, pispor û lêkoler bêjin DAIŞ bi rastî li Sûriye û Iraqê hêdî hêdî çalak dibe. Êdî ji berê bêtir bi cesaret e. Tê pêşbînkirin ku êrişên wê zêde bibin.”

(şx)

ANHA