Sîham Hemo: Bi rizgarkirina Minbicê re rûpelek nû li pêşiya jinan vebû

Sîham Hemo destnîşan kir ku rizgarkirina Minbicê rûpelek nû li pêşiya jinan vekir û got gihaştina wan navendên biryardanê ne hêsan bû.

Sîham Hemo: Bi rizgarkirina Minbicê re rûpelek nû li pêşiya jinan vebû
17 tebax, 2023   00:36
MINBIC

Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Minbicê Sîham Hemo li gel ajansa me der barê salvegera 7'emîn a rizgarkirina Minbicê axivî. Sîham got: "Rastiya jinan di dema dagirkeriya DAIŞ'ê de tijî tundî, zilm û tarî bû "

Têkildarî qonaxa piştî rizgarkirina Minbicê Sîham got: "Dema ku jin di pêngava rizgarkirina Minbicê de beşdar bûn bi îradeya xwe ya xurt îradeya DAIŞ'ê têk birin û jinên bindest rizgar kirin."

Sîham destnîşan kir ku rastiya jinan piştî rizgarkirina Minbicê rastiyeke nû ye ku êdî jin bûne xwedî kesayetên serbixwe û xwedî rol di hemû qadên civakê de û tevî hemû zehmetiyan jî jinan gavên baş avêtin.

Sîham wiha lê zêde kir: "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya projeya neteweya demokratîk di hemû qadên jiyanê de ji bo hemû dewletên Rojhilata Navîn û cîhanê bûn nimûne. Êdî bi rêya beşdariya di hevseroketiya hemû komîte û saziyan de gihîştin navendên biryardanê. Ev jî ne tiştekî hêsan bû. Gelek zehmetî nexasim di aliyê hişmendiya civakê de derketin, lê belê jinan ev zehmetî derbas kirin û gihîştin armancên xwe."

Sîham Hemo diyar kir ku beşdariya jinan di nivîsandina reşpelika peymana civakî de ku dê bibe destûra Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serkeftineke mezin û dîrokî ye ji bo jinan.

Di dawiya axaftina xwe de Sîham Hemo got: "Ev pêvajî dîrokî ye ku destkeftiyên bi saya fedakariyên xwe û xelkê herêmê bi dest xistine biparêzin. Em salvegera 7'emîn a rizgarkirina Minbicê li hemû pêkhate û jinên Minbicê pîroz dikin."

(mh/şx)

ANHA