'15'ê Tebaxê hêviyên dijmin têk birin û yên gelê Kurd vejandin

Welatiyên Rojavayê Kurdistanê destnîşan kir ku Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê dîwarê tirsê şikand û kesayeteke nû ya xurt û bi cesaret ava kir. Her wiha wan diyar kir ku 15'ê Tebaxê hêviyên dijmin têk birin.

'15'ê Tebaxê hêviyên dijmin têk birin û yên gelê Kurd vejandin
16 tebax, 2023   23:35
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED SEMÎR

Di 15'ê Tebaxa 1984'an de, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) têkoşîna şoreşgerî ya çekdarî li dijî dewleta Tirk a dagirker dest pê kir ku di encamê de baskê leşkerî yê PKK'ê bi navê Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) hat avakirin. Ev pêngav jî bû pêngaveke dîrokî di dîroka gelê Kurd de.

Fermandarê leheng û endamê Desteya Navendî ya Fermandariya HRK'ê Mahsum Korkmaz (Egîd) guleya yekemîn li hember artêşa Tirk a dagirker teqand û tevî hevrêyên xwe navçeya Dehê bi temamî rizgar kir.

Der barê vê pêngavê de Rêber Abdullah Ocalan dibêje: "Ev pêngav bersiva soza Xeyrî Durmuş e ku gotibû (hûn nikarin hebûna me înkar bikin) û ya daxuyaniya Kemal Pîr e ku gotibû (ez xelasa gelê Tirk di xelasa gelê Kurd de dibînim). Şerê mezin watedayîn e. Meşandina vî şerî bi taybet ji aliyê hêzên kurdî ve li hember hêzên zordest ên Tirk ve, bersiva; serdema çewisandina we heta hetayî tune bû û dem dema azadiyê ye."

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Cemîl ji ajansa me re wiha axivî: "Pêwîstiyeke mezin bi vê pêngavê hebû. Ew di qonaxeke girîng a dîroka PKK'ê de pêk hat. Ew cara yekem bû ku gelê Kurd gaveke wiha bi rêxistin dûrî rêbazên serhildanên berî şoreşa PKK'ê diavêje. Serhildanên ku xwedî taybetmendiyên êlî û qebîleyên yên teng bû û di demeke kurt de hatin tunekirin."

Cemîl wiha domand: "Berî vê pêngavê karekî îdeolojî yê 10 salan hatibû meşandin. Ev pêngav dîwarê tirsê şikand û kesayeteke nû ya xurt û bi cesaret ava kir ku ew ne tenê pêngaveke leşkerî, her wiha exlaqî, rêxistinî û siyasî bû jî."

Cemîl destnîşan kir, pêngav bersiva derbeya leşkerî ya 12`ê Îlona 1980`î bû û ev li gotinên xwe zêde kir: “Hemleyên qirkirinê li dijî pêşengên PKK`ê hebûn ku dihatin îşkencekirin. Giyanê berxwedanê yê li girtîgehan derketiye, deng veda, dîwarên girtîgehan şikand û qîrîna Mezlûm, Kemal, Xeyrî û Ferhad gihand her kesî.”

Cemîl destnîşan kir ku ev pêngav hêviyên dijminên Kurdan têk birin ku êdî ew bi baldarî nêzîkî gelê Kurd dibin û got: "Ne ji vê pêngavê ba îro dîrok bi vî awayî nedihat nivîsîn. Tevî derfetên kêm ên ji bo destpêkirina pêngaveke wiha, dîsa jî ruhê berxwedan û têkoşînê ya apoyî hebû."

Cemîl Mihemed piştrast kir ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê yek ji berhemên Pêngava 15'ê Tebaxê ye û got: "Dijminên gelê Kurd dixwazin kurdan di aliyê çandî û îdeolojîk de qir bikin, dixwazin wan lewaz bikin, ji ber wê jî divê ruhê 15'ê Tebaxê her tim bê nûkirin."

VÊ PÊNGAVÊ HÊVIYÊN GELÊ ME VEJANDIN

Endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Qamişlo Hekîm Eko got: "Vê pêngagê hêviyên gelê me vejandin, dema ku fermandar Egîd dest bi vê pêngavê kir, hêvî di dilê gelê Kurd de hat çandin."

Eko balkişand ser şoreş û serhildanên beriya şoreşa PKK`ê û got: "Ew serhildan negihaştin armanca xwe, hertim dihatin tunekirin. Ji ber ku xiyanet hebû, siyaset û dîplomasiya kurdan wê demê qels bû têrê nedikir ku mafên xwe dabîn bikin."

Her wiha Eko wiha anî ziman: “Dema fermandar Egîd bi vê pêngavê rabû, kurd ji xewê şiyar kir. Ev pêngav ji bo gelê Kurd û Kurdistanê hêviyek bû.”

Eko destnîşan kir ku destpêkirina têkoşîna çekdarî, encama zulma li ser gelê Kurd bû û got: "Dema ku kesên bindest hebin, hilanîna çekê û têkoşîn pêwîst in. Eger tu li ber xwe nedî û tê nekoşî tu kes mafên te ji te re misoger nake. Ji ber wê pêngav dest pê kir ji bo ku maf, hebûn, dîrok, çand û erdnîgariya ji aliyê 4 dewletan ve hatiye dagirkirin, bên vegerandin."

Di dawiya axaftina xwe de Eko piştrast kir ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êdî bûye nimûne û peyama fermandar Egîd e ku xwest bigihîne vî gelî. Eko got ev hêvî dê pêk werin ta ku gelê Kurd û gelên din mafên xwe yên rewa bi dest bixin.

(mh/şx)

ANHA