Nîjer: Qadeke nû ya şerê navneteweyî

Li gel bûyerên bilez ku li Nîjerê rû didin, gelo wê ev welat mîna Sûriye û Ukranyayê bide qada şerekî navneteweyî.

Nîjer: Qadeke nû ya şerê navneteweyî
17 tebax, 2023   05:29
BEYRÛT – ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Meclisa Ewlehî û Aştiyê ya Afrîkayê di civîna xwe ya dawîn a li paytexta Etyopyayê de li dar xistiye, nikarî biryara rawestandina endamtiya Nîjerê di Yekitiya Afrîkayê de bistîne. Hemwexwî wê jî meclisa leşkerî ya serwer li dewletê, serokê berê Mihemed Bazûm bi xiyaneta mezin gunehbar kir û soza darizandina wî da.

Bûyerên li Nîjerê yên piştî dûrxistina serok Bazûm, bi awayekî kûr bandor li berjewendiyên di hundirê dewletê de dikin, ku berjewendiyên DYA û dewletên rojavayî bi giştî jî li ber metirsiyê ne. Li gorî pêşbînin çavdêran dibe ku rola Çînê û ya Rûsyayê bi awayekî balkêş bi pêş bikeve, di encamê de jî Nîjer wek Sûriye û Ukraynayê, dê bibe qadeke nû ya şerê navneteweyî.

Der barê vê mijarê de, nivîskar û lêkolîner Semîr Eyûb destnîşan kir ku roleke bibandor a DYA'ê di bûyerên li Nîjerê de tune ye nexasim di doza guhertina desthilatiyê de.Lê belê wî piştrast kir ku Washington dibe ku vê rewşê li gor xwe bi kar bîne, bandorê li dewletên derdora Nîjerê bike û hêza xwe ya aborî bi kar bîne.

Eyûb ji ajansa me re aixvî û got: "Eger desthilatên derbeyê dibêjin ku ew hevahengiya berjewendiyên DYA'ê ne û ew bandorê li wan nake, DYA rexneyên xwe yên li dijî desthilata nû kêm kirin nexasim ku daxuyaniyên wê di dema dawîn de ji helwesta Fransayê kêmtir tund e. Fransa gefa bikaranîna hêza leşkerî ji bo çareserkirina aloziyê xwar. Ruxmî wê jî dibe Amerîka rolek di dorpêçkriina rêveberên desthilata navî û hevkariya li gel Fransayê de bilîze ji bo ku fişarê li dewletên din bike.”

Eyûb wiha domand: "DYA dikare rewşê li dijî Fransayê jî bi kar bîne tevî ku ew li dijî hebûna Rûsya û Çînê di Afrîkayê de hevkar in. Lê dîsa jî timayên DYA'yê hene ku kontrola xwe li Afrîkayê berfireh bike, dibe ku ev jî li ser hesabê Fransayê be."

Eyûb wiha lê zêde kir: "Rewş li Nîjer û dewletên derdorê zehmet e, ev jî ji bo DYA'yê baş e ku di encamê de rêxistinên terorîst zêde dibin, ew jî dê piştgiriya wan bike û wan bi kar bîne.  DYA`yê bi awayekî rasterast bandorê li bûyerên Nîjerê nake û rola wê li Afrîkayê hîn jî lewaz e nexasim ku Çîn roleke mezin di alîkirina gelek dewletan de lîst bi taybetî di aliyê aborî û malî de. Rûsyayê jî roleke mezin lîst nemaze ku piştgiriya alîkariya wan dewletan kir da ku ji mêtingeriya rojavayî xilas bibin nexasim a fransî. Rûsya alîkariya dewletên Afrîkayê kir ji bo ku berhemên xwe bi kar bînin bi taybet di aliyê petrol û enerjiyê de. Roleke wê ya leşkerî jî bi rêya koma Wagner hebû. Vê komê li Borkîna Faso û Maliyê de rol lîst û ji rola fransî û amerîkî bêtir karî li hember terorê bisekine.”

Tevî wê jî Eyûb Eyûb destnîşan kir ku dibe DYA`yê di pêşerojê de vê role bilîze û li ser hesabên aliyên din mîna Fransa, Rûsya û Çînê bi kar bîne û got: “Pirsa xwe dide pêş; gelo dikare wisa bike? Derfet çi ne ku dib rola Amerîkayê zêdetir bikin?”  

Der barê Wagnerê de nêrîna Eyûb wiha ye : "Ev kom dê roleke girîng di geşedanên li Nîjerê de bilîze. Nemaze ku li dewletên cîran mîna Malî û Borkîna Faso xwedî bandoreke mezin e. Ji ber wê rola ku dilîze li gor berjewendiya Rûsyayê û parastina wan berjewendiyan, avakirina têkiliyan di navbera fermandarên nû yên NÎjer û Moskovê de ye.

Der barê Çînê de jî Eyûb wiha axivî: "Ji bo parastina îstiqrarê li NÎjerê dibe ku destekê bide komên Wagner. Li vir Çîn û Rûsya rûbirûyî Amerîka û Fransayê dibin. JI ber wê Fransa ji ber rola Wagnerê bi fikar e. Washington jî naxwaze ev kom firehtir bibe. JI ber wê dê fişarê lê bikin û wê dorpêç bikin. Dibe ku bi rêya birîna cezayên malî li fermandarên komê yên li Afrîkayê be. Dibe ku li hember komê piştgiriyê bidin rêxisitnên terorîst mîna li Maliyê bûye."

Li dawiyê Eyûb got: "Afrîka êdî bûye qadeke giştî ya şerê di navbera Rûsya û Çînê ji aliyekî û NATO ji aliyekî de, operasyona leşkerî ya Ukraynayê beşek ji vî şerî ye. Nebûna istiqrarê il Sûriyeyê û gurkirina rewşê bi rêya komên terorîst, bûyerên li Afrîkayê rû didin, tevahî beşek ji vê nakokiyê ye. Ev qad nû ye. Dibe ku ber bi nakokiyekî navxweyî (şerekî navxweyî) yan jî nakokiyekî herêmî di navbera dewletên Afrîkayê de bi pêş keve."

(mh/şx)

ANHA