Roja yekemîn a Kongreya Yekitiya Parêzeran bi dawî bû

Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya roja yekemîn a kongreya xwe bi nîqaşkirina rêziknameya yekitiyê bi dawî kir.

Roja yekemîn a Kongreya Yekitiya Parêzeran bi dawî bû
16 tebax, 2023   15:54
QAMIŞLO

Vê sibê Kongreya 2`yemîn a Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Parêzerî peyamek e, bingeha wê tekesakerena nirxên civaka xwezayî ye” bi beşdariya zêdetirî 72 delegeyan li Qamişlo dest pê kiribû.

Di roja yekemîn a kongreyê de, gelek axaftin hatin kirin, perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan bi zimanê kurdî û erebî, raporên salê hatin xwendin û rewşa rêxisitnî ya yekitiyê û rêziknameya wê hatin nîqaşkirin.

Der barê roja yekemîn a kongreyê de, endamê Komîteya Amadekar parêzer Xalid Omer ji ajansa me re axivî û got: “Roja yekemîn baş derbas bû. Gelek nîqaş têkildarî rapora du salan a yekitiyê hatin kirin. Rêziknameya yekitiyê hate xwendin û nirxandin. Sibe em dê nîqaşên xwe der barê de berdewam bikin.”

Omer wiha domand: “Rêzikname, dê li gor pêvajoya heyî were guhertin. Darizandina DAIŞ`ê, rewşa Rêber Abdullah Ocalan dê rojeva roja duyemîn be. Dê çareseriyên hiqûqî ji sûcên li herêmên dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk ve têne kirin, bên dîtin.

Der barê axaftinên beşdaran de Omer got: “Meclisa Malbatên Şehîdan, di axaftina xwe de hêviya xwe bi yekitiyê û endamên wê anî ziman da ku dengê wan bigihînin cîhanê. Li gor qanûna Yekitiya Ewropayê û NY`yê, em bikarin DAIŞ û çeteyên wê darizînin. Dosyayekê têkildarî hedefgirtinên dawîn ên balafirên bê mirov, amade bikin.”

Yekitî dê sibe bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(şx)

ANHA