Xerîb Hiso: Rêveberiya Xweser projeyeke sûriyeyî ye û rûmeta her kesî diparêze

Xerîb Hiso got projeya Rêveberiya Xweser azadî û rûmeta her kesî diparêze. Hiso destnîşan kir ku Şam beyannameya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bê bersiv hiştiye.

Xerîb Hiso: Rêveberiya Xweser projeyeke sûriyeyî ye û rûmeta her kesî diparêze
16 tebax, 2023   14:50
 QAMIŞLO

Kongreya 2′yemîn a Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Qamişloyê bi beşdariya zêdetirî 72 parêzerên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir.

Di kongreyê de hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî û behsa siyaseta hikumeta Şamê, aloziya 11 salî kir.

Hiso destnîşan kir ku hikumeta Şamê xeyal dike ku bi hêz e û dikare van siyasetan heta demeke dirêj bimeşîne, ji ber wê însiyatîf û beyannameya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yên herêmî û navneteweyî paşguh kirin.

Hiso balkişand ser hilweşîna aboriya sûriyeyî û got: “Diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî hebûya, ewqas paşketin di aboriyê û warên din ên jiyanê de çênedibû.Yanî rejîm ji çareseriyan re ne vekirî ye. Ji ber wê ew berpirsê tevlihevî û hilweşîna aborî ye.”

SIYASETÊN KU SÛRIYEYÎ BERDÊLA WÊ DIDIN

Xerîb Hiso diyar kir ku tenê welatiyê sûriyeyî berdêla siyasetên hikumeta Şamê dide ku dê bibin sedema ferzkirina cezayên din di pêşerojê de.

Hiso careke din dubare kir ku deriyên Rêveberiya Xweser ji diyalogê re vekirî ne da ku bigihêjin lihevkirinekê ku êşên gelê Sûriyeyê bi dawî bibe.

PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER ÇARESERIYA ALOZIYÊ YE

Her wiha Hiso îşaret bi gera xwe ya dîplomasî û nêrînên aliyên ku pê re civîne têkildarî projeya neteweya demokratîk, tecrubeya Rêveberiya Xweser kir û got: “Her kes dibêje Rêvebeirya Xweser çareseriya herî guncew li Sûriyeyê ye. Piştgiriya rêveberiyê dikin ji ber ku xwedî çareserî, nirxên mirovî û exlaqî ye.”

Di dawiyê de Hiso got: “Projeyên hikumetan cuda ne. Hikumeta Şamê dixwaze Sûriye vegerîne beriya 2011`an. Tirkiye jî hewl dide projeya xwe ya osmaniya nû pêk bîne û deverên din ên Sûriyeyê dagir bike.”

(şx)

ANHA