Li Şamê salvegera 39′an a Pêngava 15′ê Tebaxê hate pîrozkirin

Li Şamê bi boneya salvegera 39′an a Cejna Vejînê şahiyek hate lidarxistin. Kurdan got 15′ê Tebaxa 1984′an de ji bo gelê Kurd û gelê herêmê mîladeke nû ye û li tevahî Kurdistan û cîhanê deng veda.

Li Şamê salvegera 39′an a Pêngava 15′ê Tebaxê hate pîrozkirin
16 tebax, 2023   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan şêniyên taxên Zorava û Rikinedînin ên Şamê bi boneya salvagera 39′an a Cejna Vejînê li qada Zorava şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya li Şamê Fadil Bozan, li ser navê Meclisa Kongra Star Kefa Ezîz, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mistefa Nasan axivîn û ev bone li Rêber Abdullah Ocalan, gerîla û gelê Kurd pîroz kir.

Axêveran da zanîn ku Pêngava 15′ê Tebaxê di dîroka gelê herêmê de mîladeke nû bû, di vê rojê de fîşeka yekemîn li eniya dijminên Kurdan hate xistin û li dijî delweta Tirk û siyasetên wê yên înkarkirinê têkoşîna çekdarî hate ragihandin.

Her wiha axêveran behsa têkoşîna çekdarî kir û got ev têkoşîn di demekê de hate ku li qada Tirkiyeyê û Kurdan tu hêzeke muxalif a siyasî ji delweta Tirk re tune bû. Ew yek ji ber derbeya leşkerî ya 12′yê Îlona 1980′î bû. Tenê di girtîgeha Amedê de berxwedana Kemalî Pîr û hevrêyên wî û qêrîna ′Berxwedan jiyan e′ hebû.

Di dawiyê de Koma Şehîd Serhed stranên şoreşgerî gotin û hin hunermend mîna Omber Kobanî û Îmad Hesen jî stran gotin. Şêniyan li ber stranan dîlan gerandin.

(fr)