Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê civînek li dar xist

Partiya Sûriya Pêşerojê li rojhilatê Dêrazorê civîneke girseyî li dar xist û tê de pêşdeçûnên siyasî û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şîrove kirin.

Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê civînek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê civînek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê civînek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê civînek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê civînek li dar xist
16 tebax, 2023   12:39
DÊRAZOR

Di civînê de Partiya Sûriya Pêşerojê li avahiya Meclisa Herêma Rojhilat a bajarokê Hecînê li dar xistiye, şêniyên bajarok, şêx û rûspiyên eşîran û endamên saziyên sivîl ên rojhilatê Dêrazorê beşdar bûn.

Di civînê de serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş axivî û tê de pêşdeçûnên siyasî yên dawîn ên li qada Sûriyeyê nîqaş kirin û wiha got: "Civînên Soçiyê, Astanayê krîza Sûriyeyê di aliyên siyasî, leşkerî û aborî de kûrtir kirin û ew civîn nûnertiya vîna gelê Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nakin.”

El Mihbaş wiha domand: “Çi civîn li dijî xwestekên gelê Sûriyeyê be nikarin krîza Sûriyeyê çareser bikin. Di dema amadekariya lidarxistina civîna Astanayê ya dawî de dewleta Tirk a  dagirker Minbic û Şehba topbaran kir. Ev nîşaneya erêkirinê ku dewleta Tirk êriş bike û civata navneteweyî tu helwest nîşan neda.”

El Mihbaş anî ziman ku bi awayekî berdewam Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSD′ê tên êrişkirin û hemû jî dizanin ku dê çareseriya krîza Sûriyeyê bi rêya modela Rêveberiya Xweser be. Ji ber ku ew hewl dide wê bi rêya diyaloga sûriyeyî çareser bike, ji lew re tê hedefgirtin.

El Mihbaş di dawiyê de got Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li beramber gefên terorîstan e jî û hewl dide çeteyên DAIŞ′ê têk bibe û li hember planên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina herêmên din ên Sûriyeyê bisekine.

Dûre beşdaran nîqaş kir û girîngî da hişyarî û zanabûna siyasî û hevgirtina gel li hember astengiyên li dijî herêmê.

Beşdaran di dawiyê de got gelê herêmê amade ye bi awayekî aktîf bixebite da ku Sûriyeyeke siyasî û aborî bi rêya yekkirina hewldan û geşkirina hevkariyê ava bike.

(fr)

ANHA